Diyarname
Encamên Pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê diyar bû.
Di beşa nûçeyên kurdî de nûçegihanê ANF'ê Serdar Eroglu bi nûçeya "Kevirê bi nalet yê Kêlaşînê!", di beşa tirkî de nûçegihana DÎHA’yê ya Wanê Nazan Sala bi nûçeya "Bûkên firotinê", di beşa wêneyan de jî Paşa Îmrek, di beşa karîkatur de jî Raîf Zor xelat wergirtin. Xelat dê 19'ê vê mehê bi merasimekê li Amedê bêne dayîn.
Di beşa kurdî de Mazhar Gunbat, Mesûd Hamîd, Leyla Ayaz, M. Alî Ertaş, Tayîp Temel; tirkî de jî Ertugrul Kurkçu, Fatîh Polat, Berat Gunçikan, Ahmet Tulgar, Huseyîn Aykol endamên juriyê bûn.
Juriya beşa fotografan ji Ramazan Ozturk, Gultekîn Tetîk, Îsa Çelîk, Çerkes Karadag, Hacer Persîdat û juriya beşa karîkaturan jî ji Tan Oral, Gulay Batur, Ender Ozkahraman, Sarkîs Paçaci, Halîl Încesu pêk dihat.
Nûçeyên bi kurdî
Di nûçeyên beşa kurdî de, nûçeya "Kevirê bi nalet yê Kêlaşînê!" a nûçegihanê ANF’ê Serdar Eroglu hêjayê xelatê hate dîtin. Di nûçeya kurdî ya di 8'ê rezbera 2010'an de di ANF'ê de hat weşandin û di rojnameyên kurdî de hat weşandin de, kevirekî ku li hêrama Kelaşînê ya di navbera başûrê Kurdistanê û sînorê Îranê de hatiye kişifkirin tê vegotin.
Eroglu, di nûçeyê de ev tişt gotibûn: "Sira kevirê bi sedsalan e li Kelaşînê ye û bejna wî 2 metre ye nedihat zanîn. Kevirê wekî kevirê Kelaşînê tê zanîn di sala 1828'an de hat kişifkirin. Piştî hat kişifkirin jî, heta sedan salan sira xwe parast. Paşê di sala 1961'ê de sira wê hat dîtin, rastiyek derket holê. Nivîs bi lanet bû...".
Xelata Taybet a Jûriya Nûçeyên Kurdî jî wê bidin nûçegihanê rojnameya Rûdawê Zekî Ozmen ku nûçeya bi navê "Bi hezaran bûk û zavayên Kurd fêrî almanî dibin" weşandibû.
Beşa nûçeyên bi tirkî
Di beşa nûçeyên tirkî de jî nûçegihana DÎHA’yê ya Wanê Nazan Sala bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Bûkên firotinê" bû yekemîn. Nazan Sala di nûçeya ku di 30'ê pûşpera 2010'an de di DÎHA'yê weşand de û di hin rojnameyên rojane de hat weşandin de, diyar kiribû ku "Li herêmê keçên temenê wan di navbera 13 û 17'yan de diguherin, bi zilamên astengdar, extiyar û bî yên ji Anatolyaya navîn û li gelek deverên Tirkiyeyê tên, di beramberiya perayan de tên pirotin."
Di beşa nûçeyên tirkî de, ji ber nûçeya derbarê Ceylan Onkol a 12 salî ya bi sernavê, "Min parçeyekên keça xwe di eteka xwe de kom kir" Xelata Taybet a Jûriyê ji bo Faruk Balikçi hat dayîn.
Wêne û karîkatur
Di beşa wêne de jî bi wêneyên bi sernavên "Serşok û jiyana di konan" de Paşa Îmrek qezenç kir. Di beşa karîkatur de jî Raîf Zor bû yekem. Endamên Jûriyê ku herî zêde di hilbijartina yekemîn a karîkatur de zehmetî kişandin romana kartonî ya "Tufana gel nesekinî" û "Romana bi miş" a Raîf Zor ên hatin weşandin jî hene.
Jûriyên karîkaturan, karîkatûrên Aşkin Ayrancioglu, Mehmet Bogatekîn, Mehmet Aslan, Ahmet Avci, Senar Dolaz, Huseyîn Aslan, Bîlal Onen, Murat Îpek û Bariş Înan layîqî pêsindayînê dît. Di vê beşê Xelata Juriyê ya Taybet Mahmut Ulusan.
Xelata Gurbetelli Ersoz
Xelata Gurbetellî Ersoz jî, dan Midûra Karên Nivîsan a Kovara Rengê Hêviya Gurbet Çakar. Ev kovar li Tirkiyeyê yekem kovara jinan a bi kurdî-tirkî ye. Çakar ku xelat wê bidinê ev 6 meh in di girtîgehê de ye û dozger dixwaze 13 sal ceza lê bibire.
Midûrê Karên Nivîsaran û Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Azadiya Welat ê berê Ozan Kilinç ku bi 21 sal û 3 mehan tê darizandin hêjayî Xelata Rûmetê ya Çapameniya Azad hat dîtin.
Mehmet Atalay (Sofî) ku salên demdirêj li Sêrtê belavkariya rojnameyê kir û her tim rastî pêkutiyan jî hêjayî Xelata Kedê ya Çapameniya Azad hat dîtin.
Xelat wê 19'ê vê mehê li Amedê bi merasimekê bêne dayîn û 20 mehê jî li Amed û Nisêbînê çalakiyên bîranîna Apê Mûsa û şehîdên çapemeniyê bêne li dar xistin.
Heta niha van rojnameyan xelat dan:
Yekemîn Pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê di sala 1993’yan de ji aliyê “Ozgur Gundem”, 94’an de “Ozgur Ulke”, 95’an de “Yenî Polîtîka”, 96’an de “Demokrasî”, 97 û 98’an de “Ulkede Gundem”, 99’an de “Ozgur Bakiş”, 2000’î de “2000’de Yenî Gundem”, 2001 û 2002’yan de “Yedîncî Gundem”, 2003’yan de “Yenîden Ozgur Gundem”, 2004, 2005 û 2006'an de ji aliyê “Ulkede Ozgur Gundem”, 2007'an de ji aliyê Gundemê, 2008'an de ji aliyê rojnameya Azadiya Welat û rojnameya Alternatîfê, 2009'an de ji aliyê Azadiya Welat û Gunlukê ve hatin dayîn. Di 2010'an de jî rojnameyên 'Gunluk' û 'Azadiya Welat' xelatê didin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Pêşbaziya Apê Mûsa li benda berheman e


