Diyarname
Hefteya borî çapemeniya Rusyayê gelek cih da pêşketinên li Sûriyeyê, her wiha Tirkiye û Ermenistanê jî gelek cih girt. Wezîrê Parastinê yê berê yê Îsraîlê Moşe Yaalon ji bo Rojname.Ru axivî û got: "Sûriye êdî nikare vegere rewşa berê. Ji niha û pêde dê 'Elewistan', 'Kurdistan' û ji yekê zêdetir 'Sunînistan' derkevin holê."
Andrey Îsaev di malpera "Gazeteduvar" de li ser çapemeniya Rusyayê ya hefteya borî nivîs nivîsî.
Di nivîsê de tê gotin ku wezîrê berê Moşe Yaalon ji bo Rojname.Ru axiviye û li ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn axiviye. Yaalon gotiye gelek welatên li herêmê "neheqîqî" ne, piştî Bihara Ereban li Lîbyayê di navbera qebîleyan de, li Iraqê di navbera sunî û şiî, li Sûriyê di navbera Nusayrî, kurd û suniyan de pevçûn derketine. Îsaev dibêje wezîr wisa gotiye: "Sûriye êdî nikare vegere rewşa berê. Ji niha û pêde dê 'Elewistan', 'Kurdistan' û ji yekê zêdetir 'Sunînistan' derkevin holê."
Yaalon gotiye ku dema DYA ji herêmê vekişiya valahiya wê Îran, DAIŞ û El-Qaîdeyê ku pişta xwe dide "Xîlafeta Sunî", Tirkiyeya ku "Împaratoriya Osmanî zindî dike ku pişta xwe dide bîrdoziya Îxwan" dagirtiye.
Siyasetmedarê îsraîlî gotiye ku di demek kurt de li Rojhilata Navîn îstîkrar çênabe lê di navbera hêzên li hêrêmê tevdigerin de dê hevkêşeyek saz bibe û rewş aram bibe.
Yaalon gotiye ku îran, cîhadxwez û têgeha Împaratoriya Neo-Osmanî hem ji bo Îsraîlê hem jî ji bo "Erebên Sunî" tehdîd in.


