Diyarname
Helbestvan Arjan Arî vê carê bi pirtûkek din, bi "Kulîlkên Be’îvan" derket pêşberî hezkiriyên xwe.
Yek ji helbestvanên girîng ê kurd Arjen Arî ye. Arî ku heta niha gelek pirtûk ên helbestan gihandine ber destê xwendevanên xwe niha yeka din jî ragihand lê vê carê wekî şêwe, ji şêweya xwe ya wêjeyî re "Hevbestîn" gotiye.
Di wêjeyî (bi gotina Arî), "hevbestîn" a bi navê "Kulîlkên Be’îvan" de 13 hevbestîn hene. Ji van hinek dişibin çîrokan, hinek wekî ceribandinan in; di dawiya hemûyan de jî helbest heye û bi helbestekê bi dawî dibin.
Weşanxaneya Ronahî ku "Kulîlka Be'îvan" weşandiye îsal bû 5 pirtûk ku diweşîne.