Diyarname
Serokdewleta Koreya Başûr Park Geun Hye ji aliyê Dadgeha Zagona Bingehîn ve ji peywirê hat girtin. Park Geun Hye bi "alîkarî hevalek xwe Choi Soon-sil kiriye û bi vî awayî ketiye nava skandalê" dihat sûcdarkirin. Dadgehê bi yek dengî ev biryar da. Li gor Zagona Bingehîn a Koreya Başûr di rewşek wisa de divê 60 rojan de hilbijartin çêbibe.
Parlemena Koreya Başûr di meha berfanbara 2016'an de derbarê Serokdewlet Hye de pêvajoya dest ji karberdanê dabû dest pê kirin û Hye mecbûr mabû dest ji peywirê berde. Niha dadgehê biryara xwe ya dawî da.