Diyarname
Rojnameger û nivîskar vê hefteyê di bernameya televîzyonê de "Rola çapemenî li ser edebiyata li derveyî welat" de rola kovar û çapemenî dan nîqaşkirin.
Serkan Birûsk di Newroz TV de bi navê "Hunera Peyvê" bernameyek amade û pêşkêş dike. Mêvanên wî yên vê hefteyê nivîskar û rojnameger Mîrhem Yîgît û rojnameger û edîtorê malpera me Diyarnameyê Zekî Ozmen bû. Di bernameyê de rewşa kovar û çapemenî hat, dem bi dem derxistin û pêşketina kovaran, bandora wan a li ser civakê hat nîqaşkirin; her wiha li ser bandora malpera me jî axaftin hat kirin.
Yîgît ku pêşî axivî piştî pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî ku bername weşandina vê rastî vê rojê hat pîroz kir, dûre vegeriya ser kovaran. Yîgît da zanîn ku di salên 1960'î de rola kesan hebû di warê derxistina kovaran de, kesek kovar derdixist û wisa pêş ve dibir; mînak rola Nûredîn Zaza, Hemreş Reşo, Osman Sebrî, lê di salên 90'î de êdî rola kesan nîn e, pir kes hene...
Her wiha Yîgît qala girîngiya derxistina kovaran a li Ewropayê, Swêdê kir, wî "Berbang" ku di sala 1982'yan de li Swêdê derket bibîr anî, qala kovara Tîrêj ku 3 hejmarên wê li Îzmîrê berî salên 80'ê derketibû û hejmara dawî li Swêdê derket kir. Yîgît wisa domand: "Paşê Enstîtu vebû, kovara HÊVÎ derket salên 80'yî de. Paşê kovara "Kurmancî" derdikeve ku li ser termên kurmancî nîqaşan dike û diweşîne. Kovarek pir hêjaye. Dîsa wan salan 'Berxwedan' derket di sala 85'an de, destpêkê hemû bi kurdî ye. Divê em qala kovarên zarokan jî bikin, wê demê 'Hêlîn', 'Hêvî', 'Kulîlk' derket. Dîsa 85'an de kovarên mîzahî jî derketin girîng bû wekî 'zengil', 'îsot', 'mîrkut'..."
Redaktorê Diyarnameyê Zekî Ozmen jî pêşî qala pîrozkirina Roja Ziman kir, diyar kir ku di nav tora civakî de kurd vê rojê pîroz dikin,
kurdên bi kurdî neaxivin wekî muzeyek vedigerin ser ziman di vê rojê de lê ez hêvî dikim ne tenê wê rojê 365 rojan ziman bijîn...
Ozmen dûre qala hin îstatîstîkên kovarên kurdî kir û diyar kir ku Ewropa rolek mezin lîstiye di warê ziman de, her wiha di warê siyasî de jî. Wî diyar kir ku ji nivî salên sedsala borî ve heta niha derxistina kovaran, rojname, avakirina saziyan, estîtuyan rolek mezin lîstiye...
Rojnameger Ozmen diyar kir ku bi vekirina Diyarnameyê re gelek kesên navdar di warê wêjeya kurdî de wekî Ajren Arî, Berken, Hekîm Sefkan û hevalên din quncik nivîsandine, ev yek taybetiyek Diyarnameyê bû ku hê jî didome. Niha Bedran Dere, Welat Dilken, Cemil Oguz û gelek hevalên din quncik dinivîsin. Ozmen wisa dom kir: "Fonksiyana teşwîqkirina nivîsandinê çêbû bi Diyarnameyê re. Ew bû sedem ku gelek ciwanan nivîs nivîsîn, hinan nivîsandin, me redekte kirin, weşandin, êdî wan di kovaran de nivîsand, êdî pirtûkên wan jî derketin. Yek ji xalên girîng a Diyarnameyê jî ew e ku her sal em îstatîstîkên pirtûkên wê salê derdixin, em bi weşanxaneyan re dikevin têkiliyê çi pirtûk derketibin em didin hev û haya xelkê pê dixin. Di Diyarnameyê de gelek caran me meseleyên sosyolojîk, civakî, ziman jî dan nîqaşkirin ku yek ji wan jî 'Duzimanî' bû ku erênî û neyîniyên wê.. Me ev yek kir pirtûk ku ji Weşanên Hîvda derket. Di 10 saliya Diyarnameyê de jî me ji nivîsên qunciknivîskarên Diyarnameyê, nivîsa ber dilê wan ezîz me girt jê Pirtûka 10 salî weşand."
Li ser pirsek bêkontroliya ziman a di weşanan de jî Ozmen mînaka Almanyayê da ku li wir "Lijneya Navneteweyî ya Ziman" heye ku reformên rastnivîsê dike, butçeya wan bi mîlyonan e, lê di kurdî de piranî kes bi dildarî xebatê dikin bêyî ji cihek alîkarî bigirin ku ev yek jî dibe sedem ku kêmasî jî hebin. Ji bo mînak jî Ozmen wisa got: "Mînak arîşeya nivîsandina navên biyanî heye. Her yek li gor xwe dinivîse, tu di arşîvê de lê digerî, tu nikarî xwe bigihînî. Ji ber her weşanek ji derdorek siyasî jî tê hatine cem hev a wan û nîqaşkirina pirsgirêkên rastnivîsê û standardîzekirina wan jî çênabe."