Diyarname
Maça di navbera Galatasaray û Fenerbahçeyê de yek ji derbiya mezin a dinyayê ye. Û îro şer derket, encam: 4 qertên sor.
Galatasaray û Fenerbahçe îro li senaya Ali Samiyen a Galatasarayê hatin cem hev. Yê her duyan jî 47 pûan hebûn û kî bi ser biketa dê yê din êdî hêviya xwe ya şampiyoniyê winda bikira. Di encameke wekhevmayînê de jî dê derbeya nebûna şampiyon li her duyan biketa. Di encamê de maç bi 0-0 bi dawî bû û her du yan jî derbe xwar. Lê ji vê wêdetir di deqîqeya dawî ya maçê de di navbera lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê de pevçûn derket. Bûyer derketin, nêzî 5 deqîqeyan maç sekinî û encam: Semih, Lugano (Fenerbahçe) û Arda, Emre Aşik (Galatasaray) qertên sor girtin û dê ceza bixwin.
Kunyeya maçê:
Stad: Ali Sami Yen
Hakem: Firat Aydinus
Galatasaray: De Sanctis, Sabri, Emre Aşik, Mehmet Topal, Hakan, Arda, Bariş, Ayhan, Kewell, Umit, Baros.
Fenerbahçe: Volkan Demirel, Gokhan Gonul, Onder, Lugano, Roberto Carlos, Deivid, Selçuk, Emre, Ugur, Semih, Guiza


