Diyarname
Di Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de encamên balkêş dertên holê. Ji sê tîmên mezin ên Tirkiyeyê Galatasaray îro li Başakşehîrê ligel Başakşehîrê lîst. Galatasaray di nîveka yekemîn a maçê de 2 gol (Mustafa Pektemek dq 15 û 27) li keleha xwe dîtin û bi 2-0 nîvek bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Galatasaray ber xwe da lê fêde neda. Di deqîqeya 90+2 de bi Eren Derdiyok bersi da lê têrê nekir û bi 2-1 têk çû. Başakşehîr bi vê encamê derket çarîk fînalê û Galatasaray vegeriya mala xwe.
Di maçên din ên îro de ev encam derket û tîm edrketin çarîk fînalê:
- Tuzla-Sêwas: 1-4
- Gençlerbirligi-Kayseri: 2-3
- Şanliurfa-Rize: 1-2 (Di deqîqeyên zêdek de Rize bi ser ket)
Her du tîmên din ên mezin ên Tirkiyeyê Beşîktaş û Fenerbahçe li sehaya Beşîktaşê tên hemberî hev. Ji her du tîman kîjan bi ser bikeve dê derbasî çarîk fînalê bibe. Maç saet 20.30 de tê lîstin û ji kanalan ATV bi awayekî yekser diweşîne.
Ji bilî vê maçê, maçên din ên 5'ê mehê bi vî rengî ne:
- Akhisar-Gumuşhane
- Konya- Umraniye
- Kasimpaya-Osmanli


