Stenbol
Li Gungorena Stenbolê li du hev du teqîn pêk hatin: 16 kes mirîn û nêzî 150 birîndar hene.
Li Taxa Guven a Kolana Kinali Koreya Menderes saet li dor 21.45'an di bîdoneke çopê de teqîn pêk hat. Bi teqîna bombeyeke bideng re gel ber bi cihê teqînê ve çû û saet li dor 21.55'an teqîna duyem pêk hat, mirin di vê yekê de derket.
Heta niha 16 mirî çêbûne û nêzî 150 jî birîndar hene. Tirs ew e ku hejmara miriyan zêde bibe. Birîndar rakirin nexweşxaneyê der û dorê.
Waliyê Stenbolê Muammer Guler piştî teqîne got ku ew niha li ser dîmenên di kamerayên MOBESE de lêkolînê dikin.
Wezîrê Dewletê Hayati Yazici jî hat cihê bûyerê û da zanîn ku koma qeyranê saz kirine û bi her awayî li ser bûyerê disekinin.
Li gor agahiyan bombe bi cureya RDX e. Bombeyên RDX berê di kuştina Bahriye Uçok û Ahmet Taner Kişlali de jî hatibûn bikaranîn.