Amed
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê lêpirsîn daye dest pê kirin, di vê çarçoveyê de li 15 bajaran 49 kes hatine binçavkirin.
Di nav kesên hatine binçavkirin de rojnameger Sedat Yilmaz û Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcleyê (DFG) Dicle Muftuoglu jî heye.
Vê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girtine. Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û jina wî Selma Yilmaz, Dicle Muftuoglu li Amedê, xwişka Sedat Yilmaz Filiz Yılmaz li Stenbolê; Cihan Guneş li Festiyeyê; Ramazan Debe li Rihayê; Erol Balci li Sokeyê, ligel van Evin Ozbek, Mahmut Dogi, Devran Ak û Cahit Kanbay hatine binçavkirin.
Ji bo wan biryara 24 saetan qedexeya hevdîtina ligel parêzeran hatiye girtin.
4 rojnamegerên din hatibûn girtin
Roja 25'ê mehê rojnameger, şanoger, parêzer, siyasetmedar jî di nav de 128 kes hatibûn binçavkirin. Ji wan edîtorê Ajansa Mezopotamyaê Abdurrahman Gok, nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer, rojnameger Mehmet Şah Oruç û Remzi Akkaya hatibûn girtin.