• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

Dîroka bêlêkolîn

Dîrok : 21 07 2022 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Melîk Aykoç

Li devera Dutax û deþta Entavê ji nekropol û kavilan hetanî nîþaneyên kelehan, gelek cihên dîrokî hene ku tu agahî li ser wan tune, tenê di hin gotar û nivîsan de navê wan derbas dibe. Mînak Keleha Zencîrê, keleh û kîlîsa Noxtilî, kîlîseya li Dêrika Hecî Îso, li gel wan xirbe û nekropolên li gundên cuda hene. Rêya Dîrokî ya ji aliyê Patnosê ve tê, tevde hêjayî lêkolînên bingehîn in. Lê mixabin ew derfeta me tune. Ewên li devera Dutaxê ne, em anegorî agahiyên hene, wan jî bi paragrafekê jî be bidin nasandin.

Keleha Zencîr

Anegorî agahiyên berdest, hetanî beriya bi sed salan jî di çengeyên sûrên wê de zencîr hebûne, navê wê ji wan zencîran tê. Ev Keleh li ser girekî þaxê çiyayê Katvînê ye. Ev dever nêzî rêya dîrokî ya ji aliyê Patnosê ve tê ye.

Keleh ji ber lêkirin û teraþtina kevirên heyî û cihgeha lê hatiye lêkirin, mirov bi hêsanî dikane bibêje, keleheke dema Xaldî /Urartuyan e. Her çendî bi giranî hilweþiyabe jî hê çend rêz ji sûrên wê li pê ne. Di nava kelehê de nîþaneyên sarincan hene. Dibe ku ev keleh ji bo parastina rê û zozanvanan hatibe bikaranîn.

Gêncînegeran ev der jî rehet bernedane..

Keleha Noxtilî

Ev gundê Noxtilî bi qasê 26 kîlometre li baþûrrojavayê navçeya Dutaxê di sînorê erdnigariya Milazgirê de ye.

Ev dever bi giþtî devereke çiyayî ye. Dibe ku ev keleha li vir, ya ji bilî agahiyên gundiyan ti agahiyek li ser tine, ji Serdema Tuncê mabe. Ango di destpêka damezrandina serweriya Xaldî /Urartuyan. Keleh li ser baxirekî bilind e.

Bê hîmên wê û girê navenda kelehê, ti tiþta din tine. Ti lêkolîn jî li ser pêk nehatiye.

Kilîsa Noxtilî

Di newala zinarîn ya di bin kelehê de baxirekî nerm heye, kilîse berê wek cihgehekî di wî baxirî de hatiye kolandin. Ew jûrên di baxir de hatine kolandin pirr dû re weke kilîse hatine bikaranîn, lê bi her awayî zelal e ku bi teraþtin û planek beriya xiristiyaniyê hatine çêkirin. Bi tevahî diþibe, bajarên binê erdê yê Meya. Mirov bi derenceyên di zinar de hatine teraþtin hildikiþe û dikeve nava jûra mezin ya ku dû re wekî kilîse hatiye bikaranîn.

Li pêþ wan jûrên di baxir de qadeke fireh bi kolan û teraþtinan hatiye amadekirin, mirov dikane ji wir derbasê gelek jûrên din bibe. Li gel cihên lê hatiye jiyîn, cihên wekî depo hatine bikaranîn jî hene.

Kilîsa Dêrika Hecî Îso

Me di mijara keleha Birco de behsa Gundê Dêrika Hecî Îso kiribû. Li vê herêmê ev gund berê gundekî Ermeniyan bûye. Li vir kilîseyeke gelek kevn heye. Lê mixabin ku kevirên wê di avahiya dibistana gund de hatine bikaranîn.

Ango bi fermana dewletê ev pêk hatiye. Her wiha hin gundiyan jî kevirên wê di xaniyên nû de bi kar anîne.

Niha hin dîwarên wê, dîsa beþa apsîs, xerca bi xîbaran dagirtî ya di nava dîwaran de li pê mane. Di nava sêwax û parçeyên banî de kuzên wek tas ji bo teyîsandina deng hatine bikaranîn, hene. Di kîjan serdemê de hatiye lêkirin, nayê zanîn.

Bêgûman ne tenê ev, gelek nekropol, xirbe û kavil jî li herêmê hene, lê mixabin ku li herêmê bi têgihîþtina arkeolojîk ti lêkolîn û hewldan pêk nehatine. Ti înîsiyatîfeke bikane ji lêkolînên arkeolojîk re rê veke, yan jî wê daxwaz bike jî tine. Bi gotineke kurt, dîroka kevnar bi têkçûnê re rû bi rû hatiye hiþtin. Dema mirov xwediyê welatê xwe nebe, hertiþt dimîne li ber talan û bayê. Bi hêviya gelê me bi înîsiyatîfên cidî li cihên xwe yên dîrokî xwedî derkeve, rastiya wan ragîhîne cihanê, hetanî keleh û cigeheke dîrokî ya din, bimînin di nava xêr û xweþiyê de.

Yenî Ozgur Polîtîka

Hûn dikarin li van jî binêrin

Hêzên Pêþmerge dê bibin yek?

Hêzên Pêþmerge dê bibin yek?

01 01 2023

Metnên ewilî yên kirmanckî

Metnên ewilî yên kirmanckî

20 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meþûr

Serpêhatiyên Melê Meþûr

08 12 2022

Mala Lîstikê ava

Mala Lîstikê ava

24 11 2022

Ev jî hene

HOZAN ÞEMDÎN Û LÊ AMEDÊ

HOZAN ÞEMDÎN Û LÊ AMEDÊ

25 06 2014

Derfeta Domdar ya ‘Û’yê

Derfeta Domdar ya ‘Û’yê

23 11 2019

Çand, sembol û al

Çand, sembol û al

22 12 2015

Korfêmiya Kolektîf

Korfêmiya Kolektîf

27 08 2018

Planên li ser Þengalê

Planên li ser Þengalê

30 09 2016

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname