Diyarname
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de îro li Amedê tîma fûtbolê ya Amed Sporê û Fenerbahçe hatin hemberî hev.
Fenerbahçe bi yêdek û lîstikvanên xwe yên ciwan derket sehayê. Di nivîka yekemîn de hin atakên her du aliyan jî hebûn lê gol di deqîqeya 45'an de hat. Di vê deqîqeyê de Salih Uçan li nav sehayê li erdê ket û penalti çêbû. Fernandao li ser navê Fenerbahçeyê penalti veguhart golê û nivîka yekemîn bi 1-0 bi serketina Fenerbahçeyê bi dawî bû.
Amedê di nîveka duyemîn deqîqeya 66'an de bi Şehmus Ozer bersiv da: 1-1.
Di deqîqeya 76'an de Abdullah Çetin li hemberî Salih Uçan faul kir, ji ber qerta zer a duyemîn qerta sor dît û derket derve. Di encamê de Amedê bi 10 kesan pûanek girt.
Maça din a vê komê di navbera Gençlerbirligi û MEnemenê de saet 18'an de dê bê lîstin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Amed Spor û Fenerbahçe ligel hev dilîzin