Cengîz OZBASAR / MA/ AMED
Lêkolîner-nivîskar Ahmet Kanî got ku piştî hejmara yekemîn a rojnameya Kurdistanê derket, siltanê Osmanî Abdulhemîdê duyemîn bi fermanekê qedexe kir ku rojname têkeve Kurdistanê. Kanî got ku dema 123 salên dîroka çapemeniya kurdan tê vekolandin, tê dîtin ku polîtîkaya zextê ya li ser kurdan qet neguheriye.
Rojnameya Kurdistan ku yekemîn rojnameya kurdan e, di 22’yê Nîsana/Avrêla 1898’an de, li paytexta Misrê Qahîreyê ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hat derxistin. Fikra Bedirxan ew bû ku rojnameya Kurdistanê li herêmên kurdan derxîne. Lê belê dewleta Osmanî di wan salan de tevlihev bû û bi rêveberiyeke navendî dihat birêvebirin. Ji ber zexta dewleta Osmanî, Bedirxan neçar ma ku rojnameyê li Qahîreyê çap bike.
Dewleta Osmanî ya otorîter her ku diçû bêhtir navendîtir dibû û tevî zextên wê jî, Bedirxan her sê hejmarên destpêkê yên rojnameyê bi kurdî çap kirin. Abdulhemîdê duyemîn têkildarî çapkirina hejmara yekemîn a rojnameyê fermanek da û qedexe kir ku rojname têkeve herêmên kurdan. Ji ber helwesta Osmaniyan a li dijî rojnameyê, Bedirxan di hejmarên çaremîn û pêncemîn ên rojnameyê de cih da daxwaznameyên ku bi zimanê Osmanî ji Abdulhemîd re nivîsandibûn. Di daxwaznameyê de Bedirxan destnîşan dike ku ew ne li dijî desthilatiya padîşah in û tekane mebesta wan ew e ku bi rojnameyê re agahiyan bigihînin gel. Piştî çapkirina hejmara pêncemîn li Stenbolê wekî ku ji van daxwaznameyan re bersivek bê dayîn, li dijî malbata Bedirxaniyan êrîşek pêk hat. Li ser vê yekê Mîdhed Bedirxan neçar dimîne ku ji Qahîreyê derbasî Stenbolê bibe.
Piştî ku li Stenbolê êrîş dibin ser malbatê, Mîthat Bedirxan biryar dide ku êdî rojnameyê dernexe. Lê belê birayê wî Abdurrahman Bedirxan derbasî Cenevê dibe û weşana rojnameya xwe li cihê mayî berdewam dike.
JI BER ZEXTAN LI ÇAR BAJARÊN CUDA HAT DERXISTIN
Tevî hemû zextan jî, Rojnameya Kurdistanê çar salan bi 31 hejmaran weşana xwe berdewam dike. Pênc hejmarên destpêkê yên rojnameyê li Qahîreyê ji hêla Mîdhed Bedirxan ve hatin derxistin. Piştî êrîşa li dijî malbatê, Abdurrahman Bedirxan çar meh pişt re dest bi çapkirina rojnameyê dike. Li gorî vê; hejmarên ji 6’ê heta 18’ê li Cenevê, ji 20’ê heta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’emîn li Londonê, hejmarên ji 25’ê heta 29’an li Folkstone (Îngilistan) û yên 30 û 31’emîn jî dîsa li Cenevê tên çapkirin.
HEJMARA 19’EMÎN A ROJNAMEYÊ WINDA YE
Hejmara 19’emîn a rojnameyê hêj jî winda ye. Lewma tu belge di dest de nîn in, bê ka kengî û li kîjan deverê hatiye derxistin.
Lêkolîner-nivîskar Ahmet Kanî ku di sala 2011’an de li Enstîtuya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Artukluyê tez nivîsand û di sala 2019’an de ev tez bi navê Analîza Rojnameya Kurdistan wekî pirtûk çap kir. Kanî derheqê pêvajoya pêşveçûna dîrokî ya Rojnameya Kurdistanê de axivî.
EBDULHEMÎDÊ DUYEMÎN FERMAN DA
Kanî, da zanîn ku Ebdulhemîdê duyemîn piştî hejmara yekemîn a rojnameyê ferman da ku ev rojname nekeve Kurdistanê û piştî vê fermanê jî zextên li ser rojnameyê zêde bûne. Kanî diyar kir ku rêveberên wê serdemê bi hinceta ku rojnameya bi kurdî nayê xwendin û hewcedarî pê nîn e li dijî weşandina wê bûn û wiha got: “Lê dema em li hejmara 13’emîn a rojnameyê dinihêrîn dibînin ku alimekî kurd ê bi navê Ş.M. ku ji Amedê ye, ji rojnameyê re nameyek nivîsandiye û Abdurrahman Bedirxan jî ev name weşandiye. Abdurrahman Bedirxan bi weşandina vê nameyê re xwestiye ji padîşah û rêveberên Osmanî re bibêje ku eleqeya kurdan a bo rojnameyê heye.”
Her wiha Kanî dibêje ku xwediyê nameyê tenê tîpên destpêkê yên nav û paşnavê xwe nivîsandine û ev jî mînakekî şênbere ji bo zexta wê serdemê.
NAVEROKA ROJNAMEYÊ
Kanî destnîşan kir ku di rojnameya Kurdistanê de bûyerên wê serdemê yên girîng hatine weşandin û agahiyên derheqê dîrok û wêjeya kurdan de jî tê de hene. Kanî got ku wan dîtiye ku di her hejmara rojnameyê de beşeka pirtûka Şerefname ya Şerefxanê Bedlîsî hatiye weşandin. Bi domdarî jî Kanî wiha dibêje: “Di hejmara 13’emîn a rojnameyê de rexneyên li ser îxtîlafên di navbera kurd û ermenan de hene.”
MEM Û ZÎN CARA YEKEMÎN HAT WEŞANDIN
Nivîskar Kanî got ku berhema ‘Mem û Zîn’ a Ehmedê Xanî ku bi dest hatiye nivîsandin jî ji hêla Hecî Qadirê Koyî ve ji Mîdhed Bedirxan ku wê demê li Qahîreyê bû re tê şandin. Kanî wiha didomîne: “Ev berhem yekemîn car beş bi beş di rojnameya Kurdistanê de tê weşandin. Dema em li şert û mercên wê serdemê dinihêrîn dibînin ku armanca rojnameya Kurdistanê ya wê demê pêşxistina zimanê kurdî ye. Armanc dikin ku xwendin û nivîsandina bi kurdî hînî gel bikin. Ji bo rojnameya Kurdistanê em dikarin vê bibêjin; dibistana ewil e ku kurdan ava kiriye ye. Ji ber ku ji bo pêşxistina xwendin û nivîsandina kurdan gel teşwîq dikir.”
DI 1972’YAN DE LI ALMANYAYÊ HAT DÎTIN
Kanî van dibêje: “Piştî sala 1902’yan bi awayekî dan jibîrkirin. Hejmarên rojnameyê cara ewil di sala 1972’yan de ji hêla akademîsyenê ji başûrê Kurdistanê Dr. Kemal Fuat ve li Almanyayê di nava refên tozkî de hatin dîtin. Dema ku Dr. Fuat li Almanyayê ji bo destnivîsaran xebatan dimeşîne rastî rojnameya Kurdistanê tê û 26 hejmarên wê berhev dike. Hejmarên 17’emîn û 18’emîn ên winda ji hêla Mihemmed Tayfûn (Malmîşanî) û hejmarên 10’emîn û 12’emîn jî di sala 2006’an de ji hêla Prof. Celîlê Celîl ve li Rusyayê tên dîtin. Heta niha 30 hejmarên rojnameyê hatine komkirin. Lê belê derheqê hejmara 19’emîn de heta niha jî tu agahî nehatine bidestxistin. Têkildarî dem û cihê ku ev hejmar lê hatiye çapkirin lêkolîn tên kirin.”
‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ EV 123 SAL IN QET NEGUHERIYE’
Lêkolîner-Nivîskar Ahmet Kanî di dawiya axaftina xwe de got ku ev 123 sal in polîtîkaya dewletê qet neguheriye û ji rojnamegerên kurd dixwaze ew rojnamegeriya xwe bi zimanê xwe bikin ji ber ku ziman ala kurdan e.