Diyarname
Piyanîstê navdar Fazil Say hêjayî "Xelata Akademiya Beethoven" hat dîtin ku di 17'ê meha berfanbarê de bi merasimek dê xebatê bidin wî.
Dewleta Almanyayê dayîna Xelata Beethoven erê dike. Bi vê xelatê mijarên wekî mafên mirovan, aştî, azadî, newekheviya dahatuyê derdixin pêş. Îsal piyanîst Fazil Say guncan hatiye dîtin û meha pêşiya me bi merasimek dê xelatê bidin wî. Fazil Say di şevê de wê strana "Kara Toprak" a Aşik Feysel bi piyanoyê pêşkêş bike. Hat gotin ku muzîkarên ciwan ên ji Sûriyê û hunermendên klasîkê yên ji Filistînê jî di merasimê de wê berhemên Fazil Say pêşkêşî mêvanan bikin.
Xelata Akademiya Beethoven li dinyayê yek ji xelatên bi qedr a muzîkê ye


