Diyarname
International SOS & Control Risk (kompaniya şêwira talûkeya polîtîk û gerdûnî) û kompaniya lêkolîna bazarê ya îngilîz Îpsos nexşeya welatên bi talûke derxist holê. Nexşe bi navê "Nexşeya Cihên Gerê yên Talûke ya 2017'an" hatiye weşandin. Di nexşeyê de welatên ji bo gerê gelek talûkene, yên hindik talûkene û yên ku ne talûkene eşkere kirine.
Li gor nexşeyê welatê wekî Sûriye, Afganistan, Yemen, Lîbya, Darfûr, Somalî, Sûdana Başûr û herêmê Gao, Timbuktu û Kidal ên Malî ji bo gerê wekî "cihên herî bi talûke" hatine diyarkirin. Di diyarkirina vê de talûkeya şîdetê û hebûn an nebûna kontrola hikumetan girtine ber çavan.
Ji bo "cihên talûke" jî hin herêmên Meksîka, Honduras, Kolombiya, Venezuela, Haîtî, Papua Gîneya Nû, Pakistan, Misir, Nîjerya û Cezayîr hatine rêzkirin.
Amed, Şirnex, Culemêrg
Di nexşeyê de Tirkiye kirine du par, aliyên rojavayê Tirkiyeyê û herêmên Anadoliya Navîn wekî cihên di asta navîn de talûke lê heyî hatiye diyarkirin lê Amed, Şirnex û Culemêrg cihên "herî zêde lê talûke heye" hatiye diyarkirin.
Di nav welatên hema bibêje talûke lê nîn e de welatên wekî Norweç, Swêd, Îzlanda, Swîsre, Slovenya û Danîmarka rêz kirine. Welatê Ewropayê, DYA, Kanada û Avusturalya di asta kêm talûke lê heye de cih girtine lê hatiye gotin ku hin herêmên tatîlê hene ku dibe gerok rastî hin pirsan bên.


