AMED
Komîsyona Ziman û Çandê ya KCD'ê, KURDÎ-DER, Komeleya Nivîskarên Kurd, Enstîtuya Kurdî û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê, ji bo 21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê lidar xist. Endamê Meclisa KCD'ê Osman Ozçelik diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyona li ser kurdî didomin.
UNESCO'yê roja 21'ê Reşemiyê wekî roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kiribû. Li gorî daneyên UNESCO'yê di cîhanê de 6 hezar ziman tên axaftin. Di nava 6 hezar zimanan de tenê 300 ziman fermî ne. Li Tirkiyeyê jî ji bilî tirkî 34 ziman tên axaftin lê kurdî jî dinav de yek jî bi awayekî fermî nayê qebûlkirin.
Ji bo Roja Zimanê Zikmakî, Komîsyona Ziman û Çandê ya KCD'ê, KURDÎ-DER, Komeleya Nivîskarên Kurd, Enstîtuya Kurdî û Komeleya Çand û Hunerê ya Dicle Firatê, li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê lidar xist. Di civînê de Endamê Meclisa KCD'ê Osman Ozçelik, Serokê Navenda Giştî yê KURDÎ DER'ê Burhan Zoroglu, Nûnerê TZPKurdî Mehmet Şahîn, Sazûmankarê Ziman ê Ehmedî Xanî Hayrettin Altun û endamê meclisa KCD'ê Îrfan Babaoglu amade bûn.
Li ser navê KCD'ê û saziyan Ozçelik axivî û diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser kurdî didomin û gelek neteweyên li Tirkiyeyê nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.
Osman Ozçelîk got ku feraseta salên 1920 û 1930'î yên faşîst û nijadperest serdest e û ji ber vê ferasetê tenê tirkî wekî zimanê fermî tê qebûl kirin. Ozçelîk, bal kişand ser astengiyên li ser ziman û wiha dom kir: "Kelebçe li ziman hatiye xistin. Gelê ku israr dike bi vî zimanî biaxive hatiye kelebçekirin. Nivîskar, siyasetmedarên ku vî zimanî diparêzin rastî komkujiyê tên û tên girtin. Zaravaya kirmanckî ji aliyê UNESCO ve wekî zaravaya di talûkeyê de hatiye qebûl kirin û tê xwestin ku bê parastin."
AKADEMIYA ZIMÊN VEDIBE
Ozçelîk, ferasata Serokwezîr Erdogan a li diijî zimanê zikmakî jî rexne kir û wiha got: "Serokwezîr li dijî polîtîkayên Bulgaristan û Almanya yên li dijî tirkî derdikeve, lê kurdî qedexe dike. Li dijî zimanê kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê pêş dixin. Di bişaftina kurdî de israr dikin. AKP dibêje pirsgirêka kurd pirsgirêka min e. Kurdî serbest e, lê polîtîkayên bişaftina li ser kurdî didome. Em polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê zikmakî şermezar dikin."
Endamê Meclisa KCD'ê Ozçelîk, da zanîn ku dê sibê roja 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî de li Deriyê Çiyê ya Amedê Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî vekin.