Cemil Oguz
Donald Trump îro di encama jimartina dengan de bû Serokdewletê DYA'yê. Bi gotin, siyaset û helwesta xwe Trump tê nîqaşkirin, lê aliyê wî yê nivîskariyê li paş ma. Belê Trump bi ser 10'an de pirtûk weşandin. Em bi hev re berê xwe bidin pirtûkên wî...
Navê wî yê dirêj Donald John Trump e û di sala 1946'an de li Queens a New Yorkê hatiye dinê. Ew karsaz û siyasetmedar ku herî zêde ev aliyên wî derketin pêş lê ew di heman demê de nivîskar e. Heta niha 10 pirtûkên wî derketine.
Bi îngilîzî pirtûkên wî
Wî bi îngilîzî nivîsîne û piranî di wan de tecrubeyên xwe pêşkêş kirine. Heta niha Trump ev pirtûk bi zimanê îngilîzî weşandine:
1- Trump: The Art of the Deal, (ISBN 5-557-09901-8)
2- Trump: The Art of Survival, (ISBN 0-446-36209-3)
3- Trump: The Art of the Comeback, (ISBN 0-8129-2964-0)
4- Trump: Surviving at the Top, (ISBN 0-394-57597-0)
5- Trump: How to Get Rich, (ISBN 1-4000-6327-2)
6- The Way to the Top: The Best Business Advice I Ever Received, (ISBN 1-4000-5016-2)
7- Trump: Think Like a Billionaire: Everything You Need to Know About Success, Real Estate, and Life, (ISBN 1-4000-6355-8)
8- Trump: The Best Golf Advice I Ever Received, (ISBN 0-307-20999-7)
9- Why We Want You to be Rich: Two Men - One Message, (ISBN 1-933914-02-5)
10- Trump: 101 The Way to Success, (ISBN 978-9944-186-10-0)
Pirtûkên wî bi tirkî
Pirtûkên Trump heta niha li kurdî nehatine wergerandin lê li tirkî hatine wergerandin. Ji van hin pirtûk jê ji bo tirkî hatine wergerandin û li Tirkiyeyê hatine çapkirin. "Zengin Olmanizi İstiyoruz, du zilam peyamek" (Em dixwazin hûn bibin dewlemend, du zilam, peyamek") orjînala wê bi navê "Why We Want You to be Rich: Two Men - One Message" hatibû weşandin. Ev pirtûk ji aliyê Trump û Robert T.Kiyosaki ve hatiye nivîsandin û di pirtûkê de mirov dê çawa dewlemend bibe vê hînê xwendevanan dikin. Pirtûka ku wergera wê İmge Tan kiribû par ji Weşanên Alfa derketiye.
"Buyuk Duşun" (Orjîlana wê "Think Big/Mezin Bifikire") ku ji aliyê Ozlem Tuzel Akal ve hatiye wergerandin ji Weşanên Optîmîst derketiye.
"Zîrvede Kalmak" (Li Lûtkeyê Mayîn) ji aliyê Form Yayinlari ve hatiye çapkirin. Trump di vê pirtûkê de çîroka bûyerên bi ser wî re derbas bûne û mijarên civakî vedibêje. Pirtûk ji bo kesên di qada avahîsazî de dixebite pêşniyarek baş e.
Yek ji pirtûka wî ku derdikeve pêş jî "Trump: 101 The Way to Success" ye ku bi navê "Trump 101 başariya giden yol" (Trump, 101 rêyên diçin serketinê) bi tirkî derketiye. Pirtûka ku ji aliyê Leyla Aslan ve hatiye wergerandin ji aliyê Weşanên Optîmîstê ve hatiye weşandin. Trump di pirtûkê de ji bo serketinê 101 rê nîşan dide.
Ji van 101 rêyên Trump çend xal ev in:
- Karê ku hûn jê hez bikin bibînin û wê bikin.
- Bila standardên we bilind bin û wan bi dest bixin.
- Di asta Trump de bifikirin.
- Ji bo hûn bi ser bikevin dest bi muzakereyan bikin.
- Ne bêedeb, lê berxwedêr bin.
- Pirsgirêkan, her wiha felaketan jî veguherînin firsendên zêrîn.
- Bi ser hedefa xwe de kûr bibin.
Pirtûkek li ser wî
Her wiha ji bilî pirtûkên ku Trump bi xwe nivîsandine, pirtûkek li ser jiyana wî ku ji aliyê Robert Slater ve hatiye nivîsandin jî heye ku li Tirkiyiyeyê jî bi tirkî hatiye çapkirin.
Robert Slater dema dixwaze li ser jiyana wî pirtûkek lêkolînî binivîse, Trump pêşî wî tehdîd dike ku nenivîse, dibêje dê dozê li wî veke, lê paşê fikra xwe diguherîne û ji bo Slater deriyên xwe vedike. Slater ligel wî diçe cihê avahiyên ku ew çêdike, siwarê firokeyê wî dibe, di bernameya reality show "The Apprentice" (Çirax) ku di NBC de hatibû weşandin wî dişopîne û di dawiyê de pirtûma herî ji dil ê li ser Trump hatiye nivîsandin bê sansur pêşkêş dike. Pirtûka ku gelek aliyên Trump nîşan dide, li Tirkiyeyê ji aliyê Neden Kitap ve hatiye weşandin.
Wekî gotina dawî ku em bibêjin, li dinyayê jî, li Tirkiyeyê jî karsaz pirtûkan dinivîsin, tecrubeyên xwe, bîranînên xwe parve dikin, Trump jî yek ji wan e. Dîsa piraniya Serokdewletên DYA'ye xwedî pirtûkan in. Ji Gerald Ford, Jimmy Carter bigire heta Ronald Reagan, ji George W. Bush bigire heta Bil Clinton, Brack Obama, hema bibêje hemû Serokdewletên DYA'yê xwedî pirtûk in. Trump ku xwedî pirtûkan bû, bi pênaseya Serokdewletiya xwe jî niha beşdarî van bû.
**
Nûçeyên eleqedar:
- DYA'yê Serokê xwe yê nû hilbijart: Donald Trump
- Donald Trump: Ez heyranê çekdarên kurdan im