Diyarname
Ji bo beşdariya festîvala jinan hunermend Emel Mathlouthi û Şadî Xulamî wê biçûna Rojava lê asayîşa Başûr nehişt herin.
Li gor nûçeya ANHA'yê her du hunermend wê beşdarî Festîvala Şehîd Berçem bibana, lê nehiştine herin. Ajansê wisa gotiye ku hêzên PDK'ê nehiştine her du hunermend derbas bibin.
Festîvala jinan 6'ê mehê dest pê kiribû û 4 rojan didome. Li gor bernameyê hunermenda ji Tunusê Emel Mathlouthi û hunermenda ji rojhilatê Kurdistanê Şadî Xulamî gere 8'ê mehê li Kobanî konser bidana.
Hunermend Şadî Xulamî ji bajarê Sineyê ye. Ew li wir karê xwe yê muzîkê didomîne.
Ev foto Festîva Şehîd Berçem e ku roja 2'yan (7'ê mehê) a festîvalê hatiye kişandin.
***
Videoyek li ser vê: