Diyarname
Hevserokê HDP'ê û Serokê PSK'ê ligel hin endamên wan hatin ba hev û axivîn.
Heyetek ji PSK'ê (Partiya Sosyalîstên Kurdistan) di bin Serokê Giştî Mesud Tek de ligel cîgirên xwe Alaaddin Aras, H. Hasan Tuzcu, Hasan Dagtekin û Celal Yildiz 31'ê kewçêrê çû serdena Navenda Giştî ya HDP'ê. Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş û cîgerên wî Osman Baydemir û Fatma Kurtalan pêşwazî li wan kir.
Her du heyetan li ser pêşketinên li herêmê, Tirkiye û Kurdistanê axivîn, fikrên xwe anîn ziman.
Di dawiyê de gihîştin encamê ku di navbera her du partiyan de diyalog bidome.