Diyarname
Li bajarên kurdan her roj mirov dimirin, deng dernameyê lê mêşek dikare bibe sedema nerazîbûnan.
Serokomarê DYA'yê Barack Obama dê beşdarî bernameya takl-showê ya Conan O'Brien bibe. Di kişandina bernameyê de mêşek Obama aciz kir û wî jî bi tevgerele bilez ew mêş li erdê xist. Li ser vê yekê rêxistina parastina sewalan PETA nerazîbûn nîşan da.
PETA ku gelek caran jinên navdar ji bo wan wêneyên tazî pêşkêş dikin û mil didin parastina mafên sewalan, vê carê jî xwedî li mafê wê mêşê derket.
PETA'yê di daxuyaniya xwe de wisa got: "Em xemgîn in ku helwesta Obama ne mînakek baş e."
Cîgirê Serokê Rêxistinê Bruce Friedrich diyar kir ku ew li hemberî sewaleke biçûk jî dixwazin merhemet bê nîşandayîn û got ku tevgera Obama xeyalên wan têk biriye.
PETA di heman demê de ji bo xebatên din ên Obama yên ji bo parastina mafên sewalan jî wî pîroz dike.