Nivîskarê navdar ê kirgiz Cengîz Aytmatov di yekemîn salvegera mirina xwe de li ser gora wî hat bibîranîn.
Gora Aytmatov li Goritana Ata-Beyit ya li Bîşkekê ye. Nas û dostên Aytmatov û Wezîrê Çandê Sultan Rayev beşdarî bîranîna li ser gora nivîskar bû.
Di vê navberê de Pirtûkxaneya Neteweyî ya bajêr jî pêşangeheke ku ji pirtûkên Aytmatov pêk tên vekir û li Mala Sînemaya Neteweyî jî fîlmekî ku qala Aytmatov dike hat nîşandayîn.
Nivîskarê navdar Cengîn Aytmatov par di 10'ê pûşperê de jiyana xwe ji dest dabû. Aytmatov ku di 12'yê berfanbara 1928'an de hatibû dinê di jiyana wî de pirtûkên wî li gelek zimanan hatibûn wergerandin û yek jê jî bi navê "Evîna Cemilê" ji bo kurdî jî hatibû wergerandin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Cenazeya Cenîz Aytmatov hate veşartin
- 'Cemîle' sêwî ma
- Cengiz Aytmatov rakirin nexweşxaneyê


