logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Xwe newestînin dê Sûriye parçe bibe!

  • Dîrok: 05/10/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Ertuş Berçelan

Kaosa li Suriyeyê hindî diçe kûrtir dibe. Şerê ji hêla hêzên hegemonîk ve bi awayek wekaletî dihat rêvebirin êdî rasterast tê meşandin. Tişta kaosê kûr dike û pêşveçûnan leztir dike jî ev rastî ye. Lê ev di heman demê de nîşan dide ku şerê li Suriyeyê ji bo hêzên hegemonîk jî êdî hatiye astek neyê ragirtin. Tişta bi wekîlên xwe nikarin bikin, dê bi xwe bikin. Bi vê boneyê di çend mehên pêşiya me de guherînên girîng dê li Suriyeyê û girêdayî vê yekê li Rojhilata Navîn rû bidin.

Suriye niha bûye mifteya Rojhilata Navîn. Pergal û hevsenga li Suriyeyê bê avakirin dê di heman demê de wekî pergal û hevsenga dema pêş a herêmê be. Serkêşiya vî şerî jî niha Rusya û DYA dikin. Her du dewlet di heman demê de parazvanên pergala kapîtalîst in. Niha rewşa Suriyeyê û rewşa Rojhilata Navîn pergala kapîtalîst dide zorê ku çareseriyekê bibînin.

Ligel hewceyiya çareseriyê jî berjewendiyên her du hêzan li hev nakin. Dema berjewendiyên wan heta cihekê li hev bikin, vê carê berjewendiyên wan û hevkarên wan ên herêmî li hev nakin. Heta gelek caran berjewendiyên komên li qadê şer dikin, xwediyên wan û hêzên hegemonîk jî li hev nakin. Mînaka vê têkiliyên DYA-Tirkiye û komên çete yên li qadê ne. Ev têkilî û nakokî kaosa heyî kûrtir dike. Cardin ji bo têkiliyên Rusya-Îran û rejîma Suriyeyê jî heman tişt derbas dibe.

Ji ber vê kaosê heta niha çend caran ji bo çareseriyê hevdîtinên Cenevreyê pêk hatin. Ji ber pirserî hişmendiya nijadperest a dewletên herêmî, encam ji van hevdîtinan derneket. Rusya û Amerîkayê ev rastî dîtin û xwestin di navbera xwe de çareser bikin. Di encama van hevdîtinan de çend caran agirbest hatin îlan kirin. Lê piştî agirbesta dawî niha Amerîka û Rusya jî hatin asta têkiliyan qut bikin.

Lê derveyî berjewendiyên hêzên hegemonîk, dewletên herêmî û komên çeteyan rewşa Suriyeyê êdî çareseriyê teqez dike. Nexwe pergala kapîtalîst dê li Rojhilata Navîn û cîhanê înfilaq bike. Niha sê alternatîf hene. Yek, mayîna Suriyeyê wekî netew dewletê. Didu, wekî Hêzên Suriyeya Demokratîk pêşniyar dike, li ser bingehek wekheviyê pergala federasyonê. Sisê, parçebûna Suriyeyê ya li ser bingeha sê dewletan.

Alternatîfa yekemîn ji xwe êdî ne mimkûn e. Sûriyeya netew dewlet çû zibildanka dîrokê. Alternatîfa duyemîn hem ji bo Suriyeyê û hem jî wekî mînak ji bo Rojhilata Navîn bijarteka herî guncaw e. Niha gelek derdor li ser vê yekê hemfikirin. Pêşengiya wê HSD dike, hêzên hegemonîk jî bi boneya rastiya Suriyeyê îtîraz nakin.

Alternatîfa sêyemîn jî parçebûna Suriyeyê ye. Ev alternatîf niha her kes bi devkî li dij derdikeve. Bes di pratîkê de rastî ber bi vir ve diçe. Ev jî dabeşbûna Suriyeyê ya wekî kurd, sunî û şîa ye. Hêzên hegemonîk bi boneya berjewendiyên xwe, dewletên herêmî ji ber hişmendiya xwe ya faşîzan û komên çete yên li qadê jî bi boneya feraseta xwe ya paşverû li hev nakin.  Li cihek ew qas hêzên dijber hebin, tenê parçebûn mimkûn e. Piştî agirbesta dawî ya cejnê ev rastî pir zelaltir derket holê.

05.10.2016, Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rewşenbîrên rojhilata Kurdistanê serkeftina Blok pîroz kirin

ad

'Ji Nisêbînê 45 hezar kes koç kirine'

ad

Lîga Ewropa û Lîga Konferansî de jî reqîbî eşkera bî

ad

Pênûsa Putin li Fransayê hate firotin

ad

Dawiya vê hefteyê çend çalakiyên çandî

ad

Cenazeyê Silo Qiz hat definkiriin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname