Diyarname
Îro "Roja Pirtûkan û Mafê Telîfê ya Dinyayê" ye. TYB'ê di vê rojê de banga "Vê rojê bi pirtûkan pîroz bikin" kir.
Nivîskarên navdar William Shakespeare, Miguel de Cervantes, Inca de la Vega rojek wekî îro mirine. UNESCO'yê di konferansa xwe ya sala 1995'an de ji ber vê yekê roja 23'yê avrêlê wekî "Roja Pirtûkan û Mafê Telîfî ya Dinyayê" ragihand. Ji wê rojê de heta niha li dor 100 welatên dinyayê vê rojê pîroz bahî têne li darxistin, çalakiyên çandî têne organîzekirin. Di vê rojê de xwendina pirtûkan tê teşwîqkirin.Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) jî li ser vê rojê peyamek nivîskî belav kir û got ku ji ber pandemiyê gelek çalakî hatine betalkirin, yan jî wekî online li dar dikevin û wisa hat gotin: "Lê ligel astengiyên derketina derve yên ji bo pandemiyê di vê dema zehmet de pirtûk bûne hêzeke xurt. Ew bûne sedema em bikaribin bi vê serdemê re biçin serî, asoya xwe fireh bikin, ragihandina xwe xurt bikin û xwe bigihînin cihanên cuda. Di vê demê de bilindbûna asta xwendinê jî ev yek nîşan daye."
TYB'ê 23 Avrêl pîroz kiriye û banga "Em bang dikin ku vê rojê bi pirtûkan pîroz bikin" kir.
BAJARÊ PIRTÛKAN ÎSAL TÎFLÎS E
Li aliyê din UNESCO û çar sektorên bingehîn ên pirtûkan (weşanger, nivîskar, nûnerên sektora pirtûkan, pirtûkxanekar) serîlêdanên berê hatine kirin dinirxînin û her sal bajarekî wekî Paytexta Pirtûkan a Dinyayê radigihînin. Wan îsal bajarê Tîflîsê wekî Paytexta Pirtûkan a Dinyayê ragihand û heta salek dê wisa bimîne. Ew bajarên wisa têne hilbijartin di wan 12 salan de çalakiyên li ser pirtûkan li bajarê xwe li dar dixin, cîhana pirtûkan a dinyayê didin nasîn.
Di salek de pirtûkên bi kurdî
Li cem kurdan çanda pîrozkirina vê rojê hê çênebûye. Lê helbet kurd jî pirtûkan dikirin û dixwînin. Hêvî jî ew e ku ev xwendina bi kurdî ya pirtûkan zêde bibe. Par bi giştî li bakur û Tirkiyeyê 279 pirtûkên bi kurdî hatine weşandin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- 2020: Femo lîsteya hemû pirtûkên bi kurdî