logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Maratonên Kurdî

Maraton rengekî bezê ye ku nabe mirov tevahiya rêyê bi lezeke xurt bibeze. Divê ku mirov rîtmeke bezê peyde bike ku pê h

  • Dîrok: 15/09/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Maraton rengekî bezê ye ku nabe mirov tevahiya rêyê bi lezeke xurt bibeze. Divê ku mirov rîtmeke bezê peyde bike ku pê hem zêde neweste û karibe demeke dirêj û mesafeyeke dirêj li pey xwe bihêle û bigihîje armancê. Ha ev armanca hanê ya maratonê serketina wê ye, esasî ye. Ango yekemîn bidawîkirina maratonê helbet serketinek e, lê bi serê xwe bidawîkirina wê jî serketinek e. Li vir a girîng gihîştina armancê ye. 

Bi rengekî mecazî armanc dikare her tişt be, hem di bezên siyasî de, hem di yên civakî de û hem jî di yên çandî de ev armanc hene. Bêyî hebûna van armancan, jixwe, birêveçûna navbirî bîlasedem dibe û dewam nake. Tevgera Rizgariya Kurd armanca azadiyê daniye ber xwe, azadiya civakê, ya Kurdistanê û ya gelan daye ber xwe. Têgeha serxwebûnê ya civakî û fikrî di vê armancê de ji dîskursên sereke ye ku paşê bi rengê neteweya demokratîk hat temamkirin. Ango tevgera rizgariya kurd ji bo pêkanîna armanca xwe ango azadiya civakê, niha xwedî peyveke xurt, têgeheke xurt e ku wekî neteweya demokratîk dikare hem azadiyê û hem jî hebûna hemû rengên civakî mîsoger bike.

Bi van fikrê gurçûpêçkirî, tevgera rizgariya kurd ev demeke dirêj e ku di vê maratonê de li çend rêçan bi hev re dimeşe, yek ji van a siyasî ye ku bêguman destketiyên wê dikarin bi kurtî wekî jiholêrakirina talûkeya nemanê bi nav bike û niha di qonaxa çareseriyê de ye ku wê xwe nêzî armanca azadiyê bike. Di kulwara civakî de destketiyên wê yên sereke dikarin bi civaka kurd ku li Rojhilata Navîn civakî herî çalak e û di qonaxa veguherîneke pirr cidî de ye, werin ravekirin. Herçî qonaxa çandî ye, wê bi bezeke bi lez destpêkir, kelecana ku civaka kurd di warên din de bi pêş ve bir, bi ser xist wê coşandin. Ew havênê bi kurdan re mayî yê kurdbûnê yê dawî bi stran, reng, deng û govendan hem parastin, hem jî ew veguherandin çalakiyên îfadekirina nasnameyê ku bi xwe jî dikarin bi hêsanî wekî çalakiyeke siyasî werin şîrovekirin.

Lê belê ha vê qonaxê, tevî ku herçî nivîs, helbest û pexşan e bi rêyeke din ve çûn, ji bo meydanên din ên çandî veneguherî maratoneke bîhnfireh; li şûna wê niha westiyayî xuya dike, dirûvê bezvanekî ji taqetketî pê dikeve. Ji ber wê jî nexasim sazî, kom û ferdên li vê kulwarê dibezin, divê êdî hem di warê hilberînê de û hem jî di warê performansê de rîtmekê peyde bikin ku karibe bigihîje armanca xwe, di navê de berhemên xwe bi kalîte bike û ji bo xwe û ji bo tevahiya civakê bikêrtir bibe. 


guldive@yahoo.fr

15.09.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Analîz: Ew der her bi ewlebû, îro çi bû?

ad

Di TRT 2 de vê mehê fîlmên derketine pêş

ad

Dîmenek û çend pirs?

ad

Nivîskarên kurd li ser Fûara Pirtûkan axivîn

ad

Gotina Hefteyê: "Emê Şengalê ji nû ve ava bikin"

ad

Festîvala Fîlmên Karkeran tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname