Diyarname
Vê hefteyê çar fîlm li vîzyonê ne: Hush, The Hangover, Towelhead û Public Enemies. Fîlmê me yê hefteyê "Public Enemies" e. Her wiha em bawer dikin dê fîlmê "Tabû" jî balê bikişîne.
Di nav fîlmên vê hefteyê de fîlmê "Neyarê Gel" bi mijara xwe, bi aksiyon û kişandina xwe em wekî fîlmê hefteyê hildibijêrin û pêşniyar dikin.
Halk Duşmanlari - Neyanên Gel - Public Enemies
Derhêner: Michael Mann
Lîstikvan: Christian Bale, Johnny Depp, Marion Cotillard, Channing Tatum
Di dema qeyrana giran de ajanê FBI Melvin Purvis hemû hêza xwe bikar tîne ku tewanbarên sûcê yên navdar John Dillinger, Baby Face Nelson û Pretty Boy Floydê biqufile û bixe girtîgehê.
Di wê demê de John Herbet Dilinger şêlankerekî navdar ê bankeyan e û kêliyên xwe yên dawî dijî. Fîlm ji çîroka rastîn hatiye girtin ku ev çîrok berê hem bûbû fîlm û hem jî bûbû mijara televîzyonan.
Dilinger û çeteya wî her ku tê girtin ji wir direvin, henekên xwe bi polîsan dikin, lê vê carê karê wan zor e.
Di rola ajanê FBI Purvis de Christian Bale, di rola Dilinger de jî lîstikvan Johnny Depp dilîze.
Ji bo fragmanê:
***
Kapan - Hush
Derhêner: Mark Tonderai
Lîstikvan: William Ash, Christine Bottomley, Andreas Wisniewski, Claire Keelan
Zakes ku bi awayekî westiyayî vedigere mala xwe, li ser rêya otobanê dema erebe diajot hevala wî Beth bi xew ve çûye. Zakes rêya xwe şaş kiriye û ketiye ser rêya din, bi zor erebeya xwe ji ketina bin kamyonê rizgar kiriye.
Ew bi zor ji qezayê rizgar dibin lê xwe di nav pêşbaziyeke mirinê de dibînin. Fîlm mijara "dema li derdore kesek ku alîkarî nîn be emê çi bikin" raxibe ber çavan.
***
Felekten Bir Gece - The Hangover
Derhêner: Todd Phillips
Lîstikvan: Bradley Cooper, Ed Helms, Heather Graham, Justin Bartha
Fîlmê "The Hangover" ku bi navê "Felekten bir gece" li Tirkiyeye ket vîzyonê çar heval berî daweta hevalekî xwe bi du rojan, ji bo kêfa dawî bikin diçin Las Vegasê. Li wêderê piştî şahiyekê dema serê sibê radibir li odeya xwe pilingek, mirîşkan û li dolabê jî pitikek şeş mehî dibînin. Lê li holê zavayê ku du rojan paşê daweta wî ye li holê nîn e. Her sê hevalên ku ji şeva borî tu tişteke nayê bîra wan divê zaveyê bibînin û ji bo dawetê vegerin Los Angelesê.
***
Tabu - Towelhead
Derhêner: Alan Ball
Lîstikvan: Summmer Bishil, Chris Messina, Maria Bello, Peter Macdissi
"Towelhead" bi navê "Tabû" li Tirkiyeyê ketiye vîzyonê. Derhêner Alan Ball dîsa bi nirxên ehlaqî yên çîna navîn a Amerîkayê dilîze. Hin fîlmê wî red dikin û tiştên kişandiye qebûl hakin, hin jî wekî filmek mikemel lê dinêrin.
Fîlm li ser bav û keçikek ku bi eslê xwe ji Rojhilata Navîn lê ne misilmanin e. Ew di banliyoyeki dijîn. Fîlm li ser helbestên cinsî, nijadperestî û nirxên ehlaqî yên dirû hatiye kişandin.
***