Diyarname
Nivîskarê Azadiya Welat û Serokê Estîtuya Kurdî ya Stenbolê yê berê Sami Tan piştî îfadeyên wî hatin girtin, hat berdan.
Sami Tan di çarçoveya operasyona KCK'ê de li ber avahiya Enstîtuyê hatibû binçavkirin. Tan piştî 24 saetên li emniyeta Stenbolê birin edliyeyê. Tan ji ber ku "Di Akademiya Siyasetê ya BDP'ê de ders daye" bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" îfadeyê wî hat girtin. Tan di akademiyê de dersa bi kurdî dabû.
Tan hat berdan lê der barê wî de biryara qedexeya derveyî welat hat girtin.
Di vê navberê de xebatkarê BDP'ê Mehmet Siddik Kumet ku ew jî hatibû binçavkirin hat girtin. Her wiha li Silopiyê jî 19 kes hatin girtin.
***
Nûçeya eleqedar:


