logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Bi hezaran helbest û stran di bêrîka we de ne

Di roja me de teknolojî her ku diçe zêdetir ber bi pêş ve diçe. Heta niha yên ku nedikarîn xwe bigihînin helbest û stran

  • Dîrok: 31/10/2017
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Zekî Ozmen

Di roja me de teknolojî her ku diçe zêdetir ber bi pêş ve diçe. Heta niha yên ku nedikarîn xwe bigihînin helbest û stranên bi kurdî niha bi pêşketina teknolojiyê û bi sazkirina sepanan re êdî bi hezaran helbest, her wiha stranên bi kurdî ligel gotinên wan bi telefonan dikin bêrîka xwe û kengê bixwazin dikarin derxin bixwînin, guhranî û temaşe lê bikin. Ji van du sepan hene ku derketine pêş. Du sepanên mergesoftê ne. Mergesoft komeka ji ciwanên kurd ên dildarê kurdî pêk hatiye. Heta niha gelek sepanên kurdî yên baş amade kirine. Du heb ji van pir muhîm in. Yek Asoya Helbesta Kurdî ye, ya din jî Gotinên Stranan e.


Bi Asoya Helbesta Kurdî bi hezaran helbest

Ji alîyê Rênas Xendekî û Mazlum Ozdogan ve hatiye amadekirin. Danberheva helbestan, serastkirina wan ji hêla Rênas ve, alîyê teknîkî jî ji aliyê Mazlum Ozdogan ve tê dirustkirin. Di navê vê de niha bi hezaran helbestên bi kurdî hene. Li ser armanca Asoya Helbesta Kurdî Rênas Xendekî wisa dibêje: "Bi pêşketina teknolojîyê ve girêdayî, tesîra zêde zêde ya jîrfonan (telefonên baqil) di jiyana me ya rojane de berbiçav e û ev her diçe zêdetir dibe, bi vê re êdî rahiştina pirtûkeka ji rûpelên kaxizî her diçe kêm dibe, ev bandoreka neyînî ya teknolojîyê ye. Lê pêre pêre êdî e-pirtûk, e-maîl, blog, quncik, malper dikevin şûna kaxiz. Yek ji van platforman jî sepanên telefonan e. Axir me xwest em karibin dîwana Melayê Cizîrî di bêrîka xwe de bigerînin, me xwest hevalek dema heza xwendina helbestê hatê ji bêrîka xwe bi hezaran helbestan derxe û ji derdora xwe re bixwîne. Me xwest ciwanên zanîngehan dema li hev kom bûn karibin xwe bigihînin arşîveke helbestan a kurdî jî. Me xwest dema kurdek ji welatê xwe dûr ket, çû Çînê, berbangenkê dema ji xewka şîrîn hişyar bû karibe helbesta Rojen Barnas - Rojbaş Roza bi hêsanî bixwîne."

Li gor agahiyên ku Xendekî dide di sepanê ji 455 helbestvanan 3130 helbest hene û ew vê lê zêde dike: "Ev ne hejmareka hindik e. Ji bilî wê ji 100'î zêdetir vîdyo-helbest hene, li ser hesabê me yê YouTube'ê, helbet di sepanê de jî vedibin. Di sepanê de bi dehan dîwanên klasîk, dosyeyên helbestan hene; ji Baba Tahirê Uryan heta Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, ji wir heta Cegerxwîn û Fêrîkê Ûsiv û Osman Sebrî, ji wir heta Dost Çiyayî, Rênas Jiyan, Gulîzer, Fatma Savci, Arjen Arî, Kawa Nemir û gelekên din, hemû di têlefona we ya destan de, bi qasî 10 mb'î ye."

Li gor gotina Rênas Xwendekî her roj ew hewl didin antolojîya xwe dewlemendtir bikin û wisa gotina xwe temam dike: "Em roj bi roj helbestan lê bar dikin, arîşeyên sepanên xwe ku derkevin tesbît dikin û çareser dikin, bi vî awayî sepana xwe berdewamî nû dikin, nûjentir dikin."

Bi hezaran Gotinên Stranan

Ev sepana "Gotinên Stranan" ji aliyê Mazlum Ozdogan ve hatiye amadekirin. Bi alîkariya hevalên wî yên din jî xurtir dibe. Ew wisa dibêje: "Gelek sepan û malperên xelkê yên gotinên stranan hene. Vê paşiyê çend malperên kurdî jî vebûn. Lê niha êdî sepaneka nûjen a gotinên stranan bi kurdî heye. Di sepana me de 3342 stran, 431 stranbêj hene.

Bi sepana me stranbêjek dikare di bêrîka xwe de repertûareke mezin, dewlemend peyda bike. Ciwanên zanîngehan dikarin di şevên dirêj de bi arşîva me ya berfireh sebra xwe pê bikin."

Ew dibêje xebatên wan dom dikin û van lê zêde dike: "Em niha tenê li ser Androidê ne. Ji ber ku malmîrata IOS'ê qutîyeka girtî ye, heta niha derfetên me tune bûn, ku em xse bigihînin bikarhênerên IPhone'ê. Lê Xwedê hez bike em ê bikarin destê xwe bidin destê wan jî."


Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Dereweke Piçûk'

ad

Girestêrka herî germ hat kifşkirin

ad

Reqîbên Amed û Wan Sqorê diyar bûn

ad

Di pêşketina ziman, çand û ramanê de rola wergerê

ad

Kedkarê çapemeniya kurd Gumuştaş wefat kir

ad

Xelatgirên Nobelê yên Wêjeyê hatin eşkere kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname