Diyarname
Yek ji kedkarên zimanê kurdî ye Omer Dilsoz. Wî cê carê daye ber dilê "Ez" û "Min"ê û romana xwe "Ez û min" lêkiriye.
Omer Dilsoz ku heta niha bi navê 'Hêviyên Birîndar', "Bêhna Axê', 'Neynika Dilî', 'Berbiska Zer' û 'Hevrazên Çiya' 5 roman û pirtûkek helbestan
'Bila gotina min û te jî hebe' gihandibû ber destên xwendevanan îsal romanek din li romanên xwe zêde kir: "Ez û min"
Ez û min wekî hevokak şaş li ber me ye lê derd ne ev e, ev tenê navê romanê ye. Ji ber ku roman bi ser "ez" û "min" de diçe. "Ez" tê vedibêje, dûre "min" tê û wisa roman didome. Dilsoz cureyek cuda bikar aniye û xwendevanan dikişîne nav derûniya wan. Heta dawî bi vî awayî diçe lê carinan "Ezî-Minî" jî dikeve navê û wisa dibêje, "Ew ez bûm, ewê sîbiserdegirtî, ewê morî, ewê biçûcik, ewê hûrik. Ewê bi cama pencereyê ve zeliqî û di qata dehê ya wî bajarê zêdetirî mîlyonekê mirov lê dijiyan, ji bilî bi milyaran morî, teyr û dilûr, kêz û mêşan...
Ez bûm yê ku bi seranser ji aliyê minî ve hatiye dorpêçkirin. Di 'mir'eke bi qasî deryayekê kûr û lemelem de, temenî moriyekî ji karwanî veqetyayî bi serê xwe û di xilolehiya jiyanê de winda.
Ez bûm çav bi kesera hilmek xewê, ku di labîrenta-minî- de rêwinda..." (R.79) Û wisa didome...
Romana ji 94 rûpelî îsal ji Weşanên J&J'yê li Amedê hatiye weşandin.
Wekî nota dawî: Romanên Omer Dilsoz ên berî vê niha çapa xwe ya duyem kirin.
- Ez û Min / Omed Dilsoz / Roman / Weşanên J&J / 94 rûpel / 2016