Diyarname
Niha li jêrê Andokê, li Licê, li derdora wê, li gundên wê dengê teq û reqê ye... Ev hefteyek e... Gundî nikarin derkevin derve, gund têne valakirin, mirov têne kuştin.
Vê hefteyê ji bo vê, ji bo Andok, ji bo Licê em strana Mem Ararat a bi navê "Zana û Andok" dikin klîba hefteyê û pêşkêşî we dikin.
Berî guhdarîkirinê çend gotin dîsa ji bo Mem Ararat... Ararat bêyî reklamên mezin li nav ciwanan yek bi yek dengê wî belav bû. Ji wî, ji stranên wî hat hezkirin. Strana "Zana û Andok" di albuma wî ya bi navê "Kurdîka" ku ji Kom Muzîkê derketiye de cih digire.
De fermo "Zana û Andok"


