Diyarname
Chelsea ji Athletic Bilbao qeleparêz Kepa Arrizabalaga bi 80 mîlyon Euro pereyê serbestberdanê transfer kir.
Kepa ku bi performansa li Athletic Bilbao bala raya fûtbolê ya dinyayê kişandibû bi vê performansa xwe ji bo Tîma Neteweyî ya Spanyayê jî hatibû hilbijartinê. Tîma îngilîz Chelsea ji bo Kepa 80 mîlyon Euro da klûba wî ku wî serbest berdin. Bi vê yekê Chelsea di dîroka xwe de transferê herî buha çêkir. Rekora berî vê Alsissonê brezîlî ji Romayê bi 75 mîlyon Euroyî transfer kiribû.
Heta niha qeleparêz Thibaurt Courtois keleha Chelsea diparast lê ev demek bû navê wî li Real Madridê dihat bilêzkirin loma Chelsea qeleparêzekî nû transfer kir.
Thibaurt Courtois li Realê ye
Piştî ev transfer diyar bû Real Madrîdê jî gav avêt û qeleparêzê Chelsea Thibaurt Courtois transfer kir. Realê ji bo 6 salan ligel Courtois ê 26 salî kontrat îmze kir. Nehat eşkere kirin ku Real Madrid dê çiqas bide Courtois lê çapemeniya Spanyayê dibêje dê Real 35 mîlyon Euro bide Chelsea.
Qeleparêz Thibaurt Courtois ku keleha Tîma Neteweyî ya Belçîkayê jî diparêze û Kûpaya Cîhanê ya îsal de serketî bû, heta niha bi formaya Chelsea 154 caran derketiye maçan. Wî di van maçan de tenê 58 gol xwarine û bi giştî pêşî li îhtîmala 152 golên muhîm girtiye.