WAN
"Rojên xwendina bi kurdî" ku ji aliyê Şaredariya Wanê ve bi tevkariya KURDÎ-DER, Şaxa Egîtîm-Sen ya Wanê û Weşanxaneya Lîsê ve hatibû organîzekirin, bi dawî bû. Di çalakiya ku gelek zimanzan, nivîskar, helbestvan û ronakbîrên ji başûr, bakur, Tirkiye û ji Ewropayê tevlêbûn de wêjeya kurdî ji gelek aliyan ve hate nîqaşkirin.
Di dawiya bernameya ku 3 rojan berdewam kir de plaket dar beşdaran. Alîkarê Şaredar Selîm Bozyîgît spasiyên xwe pêşkêşî nivîskar û rewşenbîran kir, diyar kir ku ewê her gav piştgirî bidin wêjeya kurdî.
Di çalakiyên 3 rojan de mijarên wekî "Di Wêjaya Tirk de Pirsgirêka Kurd", "Ji Erebê Şemo heta roja me Romana Kurdî", "Di Çîroka Kurdî Derfetên Vegotinê", "Destpêkên Çîroka Kurmancî li Başûr", "Şêweya vegotina Çîrokên gelerî û vegotina nujen", "Di çîrokê de lêgerînên dirûvî û vegotinî", "Gulvedana Wêjeya Cîhanê ya di Kurdî de" hatin nîqaşkirin.
Her wiha di çarçoveya bernameyê de gelek pirtûkên klasîken wêjeyê yên cîhanê jî belaş hatin belav kirin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Wanê ‘Rojên Em bi kurdî bixwînin’


