Diyarname
Komeleya Yekîtiya Şemikan ku li Mêrdînê hatibû vekirin û di nav de kurd, suryanî, ereb, êzidî, xiristiyan, misilman, şemsî hebûn ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Komeleya Yekîtiya Şemikan ku di 27'ê tîrmeha 2015'an de hatibû vekirin û hemû komên cuda yên li Mêrdînê di nav de cih girtibûn dadgehê der barê wê de doz vekiribû. Di danişîna 5'an de dadgeh hat girtin.
Di rêziknameya komeleyê de têkoşîna li dijî karên nelirê, karên ji bo koç, mafên jinan, mafên ciwan, mafên mirovan cih girtibûn. Komeleyê di heman demê de li gor pergala hevserokatî kar dikir. Midûriyeta Komeleyên Mêrdînê ev rêzikname wekî ne li gor armanca komeleyan bi nav kiribû û li ser vê yekê 1'emîn Dadgeha Asliye ya Hiqûqê ya Midyadê doz vekiribû.
Hevserokê Komeleyê Bozo Bilal Acar daxuyaniyeke nivîskî weşand, got ku ev biryar ne li gor hiqûqê ye. Acar wisa got: "Li Mêrdînê di sala 2015'an de komeleyên suryanî û ereban hatin girtin. Wê çaxê raya giştî bertek nîşan neda îro komeleya Şemikan hate girtin. Em di sala 2016'an de ne û hê mafên rêxistinî ya gelan, baweriyan ji destê wan tê girtin. Ev zordarî bi taybetî li Mêrdînê xwe nîşan dide. Rêbazên wisa yên derveyî hiqûqê nikarin mafên me yên rêxistinkirinê ji dest me bigirin. Emê li Tirkiyeyê serî li hemû rêyên hiqûqê bidin û ger em encamek bi dest nexin emê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)."