Diyarname
Li ser daxwazê fîlmê derhênerê kurd Kazim Oz "Bahoz" careke din dikeve vîzyonê.
Fîlm li Stenbolê di navbera 15'ê û 22'yê gulanê dê dê li sînemaya Sinepop a Beyogluya Stenbolê bê nîşandayîn.
Her wiha di seansa 15'ê mehê ya saet 18.00'an de derhêner Kazim Oz û lîstikvan derkevin pêşberî temaşevanan û bi wan re sohbet bikin.
"Bahoz" li ser têkoşîna ciwanên kurd ên li zanîngehan ên serdema salên 1990'î de ye.
Fîlmê ku par di sermawezê de li Tirkiyeyê ketibû vîzyonê nêzî sed hezar kesî lê temaşe kiribû. Niha li ser daxwazê careke din ji bo hefteyeke dê bê nîşandayîn.


