Diyarname
Li Şaredarê berê yê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş, ji xala 53’yan a Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê dozeke din hate vekirin. Heke Demîrbaş ji wê xalê ceza bixwe mafê wî yê tevlêbûna hilbijartinê ji dest diçe.
Abdullah Demîrbaş ku di 28 -01- 2008’an de beşdarî çalakiyeke Fedrasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê bû û der barê pirzimanî û pirçanadiyê de gotarek pêşkêş kir, bi hinceta ku di salona konferansê de “al û posterên PKK’ê” hebûne bi dozeke nû re rû bi rû ma. Doz ji Xala 53’yan a Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê ya 3713’an li Demîrbaş hate vekirin. Demîrbaş dê di 29-04-2008’an de derkeve pêşberî 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê.
Demîrbaş der barê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Ez dixwazim bala we bikşînim ser vê yekê ku ez bi tenê wekî mêvan tevlî wê konferansa bi navê pirsgirêka kurd û pir zimanî bûme, lê dadgeh min ji tiştekî din dide darizandin, tiştekî ku têkiliya wê bi min re tuneye.”
Demîrbaş berê jî ji bo daxwaza xizmetên bi kurdî û pirzimaiyê hatibû darizandin û tevî Meclîsa Şaredariyê ji kar hatibû bidûrxistin.


