Diyarname
“Tersname” ku pirçandî û pirdengiyê bi muzîk û dansê pêşkêş dike li ser dikê ye.
Klûba Folklorê a Zanîngeha Bogaziçi (BUFK) vê carê bi lîstikinek dans-muzîkê ya bi navê “Tersname” derket pêşberî temaşevanan.
Endamên BUFK'ê, bi navê “Tersname” li ser pirçandî, pirdengiya Anatoliyê vê carê lîstikeke dans-muzîkê amade kiriye û lîstik di avrêlê de derket ser dikê, di gulanê de jî pêşkêşkirina xwe didomîne.
Ev lîstika dans-muzîkê piştî xebata lêkolandina li ser çanda Mêrdîn, rojhilatê Karadenîz û Çîngeneyên Stenbolê derketiye holê. “Tersname” stranên bi tirkî, kurdî, lazî, hemşînî, gurcî, erebebî, ermenî, çîngene û suryanî, digel van îlahiyan jî pêşkêş dike û balê dikişîne ser pirdengiyê. Ew baweriya xwe ya li ser aştiya nasname û çandên cihê tîne ziman û vê yekê li ser dikê di lîstikekê de pêşkêş dike.
Lîstik pêşî di 21 û 22 avrêlê de derket ser dikê û niha jî dê di meha gulanê de çend caran bê nîşandayîn.
Vane roj û cihê nîşandayîna lîstikê:
Rojên nîşandayîn; 5, 8 û 15 gulan, saet 19.30. 16 gulan, saet 16.00
Buhaya bilêtan: 7 - 12 TL
Cih: Bogaziçi Universitesi Uçaksavar Kampus, Garanti Kultur Merkezi (GKM)


