Dêrsim
Li Dêrsimê 5 hezar kes ji bo li Newala Minzûrê bendav neyê çêkirin meşeke li dar xist.
Şaredara Dêrsimê ya DTP'yî Edibe Şahin, şaredarên 7 navçeyan, endamên partî û saziyên sivîl li dor 5 hezar kesî li navenda Dêrsimê li hev civiya û heta Kemerbela qeraxa Çemê Minzûrê ku 2 kîlometre dûrî bajêr e meşiyan.
Gel pankarta "Bila Newala Minzûrê wekî qada sîtê ya xwezayî bê qebûlkirin" hildand, bi diruşmên "Em li Minzûrê bendavê naxwazin" meşiyan.
Gel sond warin ku dê nehêlin bendav bê çêkirin. Şaredar Şahîn jî li qeraxa Çemê Minzûrê bi awayekî sembolîk tabelaya "Qada sîta xwezayî ya Newala Minzûrê" daçikand.
Piştre çalakvanan li ber def û zirneyê govend gerand û dawî li çalakiya xwe anîn.