Edîb Polat
Berî raperînên kurdan ên têkçûyî, navên gundan, herêman û kesan bi kurdî bûn.
Wekî tê zanîn di dema Osmaniyan de ev nav bi kurdî di belgeyên fermî de jî cih digirtin. Lê piştî ku serhildana Şêx Seîd têk çû û qetlîama Dêrsimê pêk hat, asîmîlasyonek tund li ser kurdan hat meşandin. Navên gundan ji holê hat rakirin û nehiştin yên mirovan bi kurdî werin danîn.
Nexasim di Gerînendeyên Nifûsê de nivîsîna navên bi kurdî hatin qedexekirin.
Ev yek heta sala 2000’an dom kir, lê navên gundan û mezrayan hêj jî bi tirkî ne.
Navên bi erebî, ji ber hurmeta li pêşberî dînê Îslamê, ji riza dilê xwe hatine qebûlkirin. Ango di vî warî de asîmîlasyonek bi darê zorê tune ye, întîbaqek olî heye, entegrasyonek bi baweriyê ve girêdayî heye ku hin kurd dixwazin navên pêxemberan û eshaban (an navên dê û bavên wan) li zarokên xwe deynin, niha jî wisa ye. Xasma keç an jin kitim diman, qeyda wan di nifûsê de heta zarok neçûna mektebê çênedibû. Lewma kurdî bêtir di navên jinan de hatiye parastin. Heta wê demê navên bi kurdî li ser wan dima.
Berî têkçûna raperînan gelek navên kurdan bi kurdî hebûn, nifşa me gihîşte van navan. Çend mînak jê ev in: Şaxê, Dilşa, Besê, Kewê, Kejê, Dilovan, Sosinê, Dîtinhezarê, Gulê, Gewherê, Xecê, Durrê, Meymo, Koçerê, Seyrê û hwd. Yên ku niha tên bîra min ev in.
Gava di nifûsê de ev nav bi tîpên latînî yên tirkî dinivîsandin, tiştekî seyr derdiket holê li ser nasnameyan, ew nav vediguherîn:
Şahê, Dîlşa, Bese, Keve, Keje, Dîl-ovan, Sosîn, Gul, Cevher, Hece, Dure, Meryem, Goçer, Seyre û hwd. Wekî hûn jî dibînin tu wateya wan navan êdî nedima. Ji ber ku turdiya Latînî hêj tune bû, xwediyên van navan jî nikaribûn bertek nîşan bidin; wekî ku bêjin ji dewsa yên tirkî de ev jî baş e! Bi vî awayî her kesek bi du navan bûn, navek yê malbatî, navek jî yê fermî. Di dadgehan de gava dadger an dozger dipirsî, nexasim dayik, pîr û jinên me navên xwe yên orîjînal digotin, lê mibaşir wekî ku me li jor got, ew vediguhest tirkî û bi tîpên Latînî peyvên komîk û bêwate derbasî belgeyan dikirin. Helbet xwediyên van navan di ber xwe de dibişirîn, lê çi fêde çare tune bû! Ev çespandin bêtir li ser navên jinan pêk dihat, lê heçî navên mêran bûn, jixwe bipirranî yên olî bûn.
Wekî ku tê zanîn navên gundan jî heta niha bi du peyvan tên nasîn. Niha jî pirraniya gundên kurdan bi vî awayî ne. Dewletê di serdema destpêkirina asîmîlasyonê de bi terzekî kêfî wan navan guheriye û bêwate kiriye, lê kurdan li navên berê xwedî derketine. Lewma niha her gundek bi du navan e. Hin navên bi kurdî heke li nivîsa Latînî hatibin, wekî berê mane, lê yên din yekser hatine guhertin.
Piştî pişaftina bi tundî di pey têkçûna raperînên kurdan de destpêkiriye, qeydkirina navan, dawîlêanîna kitimê, girtina xortan bo leşkeriyê bilezgînî domiyaye. Wekî tê zanîn kesên gundiyên ku dihatin bajaran, mecbûr diman ku xwe li tirkî qirase bikin. Gelek pêkenok di vî warî de hene ku me bihîstine. Wê demê ji bo her peyvek kurdî, buhayek pere hatibû danîn.
Kurdan li hember vê zilma asîmîlasyonê çi kir?
1- Bêtir xwe nêzîkî ola Îslamê kirin, heta ji wan hat li şêx û meleyên ku şandibûn sirgûnê xwedî derketin, kilam li ser wan gotin û ketin terîqên wan.
2- Demekê zarokên xwe neşandin mekteban, kitimbûn dom kir.
3- Mafir ku nikaribûn di nifûsê de navên xwe bi kurdî qeyd bikin, ji bo zimanê xwe biparêzin navên ker, kûçik, ga, hesp, hêstir, çêlek û beranên xwe bi kurdî danîn.
Bi navên kûçik û ker û hespan li dijî asîmîlasyonê sekinîn. Ev cureyek parastinê bû ku tu qeyd û fermiyet jê re tune bû. Her kes dizane ku her siwariyek û mehkûmek xwediyê hespekî bû û her hespek jî navê xwe hebû. Ev nav bi kurdî bûn, ne bi tirkî bûn. Di nav kurdan de navê tu hespekî bi tirkî an erebî tune ye. Çend navên hespan (canî, welaq, mehîn) bi kurdiya kurmancî ev in: Gêjo (Hepsê Bavê Fexriya), Rexşê Belek (Hespê Ristemê Zal), Sosik û Nijdî (Caniyên Kher û Kulik), Bilîcan (Diya Sosik û Nijdî, mehîna Mîrê Ereban[1]), Qereqeytan (Hepsê Huseynê Kurd), Çîçek (Mehîna Elî Begê neviyê Kor Huseyn Paşa), Secra (Mehîna Mahmûd Begê Cizîrî), Xedra (Diya Secrayê), Kovê (Mehîna Bavê Lalo), Şevreng (Hepsê Eliyê Mîrî kurê Silîv Beg[2]), Şepala Şînboz (Mehîna Ehmed Beg[3]), Şemlê( Mehîna Emer Axa[4]) Borê (Destana Memê Alan[5]), Deybilqiran (Hepsê Siyamedê Silîvî), Bozê (Hepsê Memê[6]), Hedbên an Hidban (Hepsê Dewrêşê Evdî[7]), Nîgar (Hepsê Yadoyê Dimilî), Sîqal (Hespê Emînê Ehmed), Şevdiz (Hepsê Keyxusrev), Şemlan (Hepsê Serokê Eşîra Mîlan), Xemrevîn (Hepsê Cembeliyê Kurê Mîrê Hekarî), Bozê Çaçanî (Hepsê Feyzo Bavê Îpekê
Hesp û mehînên ku me navên suwarên wan tesbît nekirine, ev in:
Deybilqiran, Mincoliya Kaphêşîn, Şiho, Şêrbelek, Leylan, Îda, Zerdik, Khêla Zerçal, Şînika Şêtarî, Gogerçîn, Tiklan, Cindî, Loqê Qemer, Kumetê Kapreş, Gurê Suwaran, Mitar, Qilyê, Leylika Gerdenpehnordek, Hemdanî, Guleniyê, Bahoz, Çalî Şê, Siwarê Felekê, Teyrik, Borê Qer, Bozê Dêlhine, Şêbeleka Şêbelekê….
Navên ku li kûçikan (seyan) danîne, li gor taybetmendiyên wan bûne: Qero (ji yên qer re), qolo (ji yên dûvjêkirî re), şevger (ji yên ku bêtir şevînî digerin), gurcê û hewrê (ji dêlan re), devreş an çavreş… û hwd. Dema leşker, cendirme an qomando bihata gund jî gundiyan li cem wan ev nav hildidan. Lê leşkeran deng nedikir; belkî dixwestin kurdî di navên wan heywanan de biçûk were xistin, rencîde bibe! Belkî jî tiştek ji destên wan nedihat bo guhertina, an jî qedexekirina wan navan.
Mîna hemî navên ajalên kedî, navên gayan jî hebûn, mînak: Egîto, lado, îno, beşo qemero… çend ji van navan bûn. Her wiha navên çêlekan jî hebûn: Ji bo yên ku biskên wan dirêj bûn, digotin Biskê, ji yên pirça wan reş re, digotin Marê (ji ber ku ew dişibandin marê reş). Barên giran yên kurdan ker û hesp û qantiran hilgirtine, her wiha barê şikestina asîmîlasyonê jî! Navên keran: Heydo, kundo û hwd. Mencê navê qantiran bû. [8]
Çavkanî:
Bilîcan, P. Cîhanî, Weş. Doz, R: 318
Bilîcan, Perwîz Cîhanî, Weşanên Doz, R: 18, Stenbol.
Bilîcan, P. Cîhanî, Weş. Doz, R: 177 Stenbol.
Bilîcan “ “ R: 219, “
H. Cindî Emînê Evdal, Folklora Kurmancan, R: 312.
Folklora Kurmanca “ “ “ R:594
Dewrêşê Evdî, E. Kiran, Elma Yayınları. Stenbol.
***
Têbiniyeke: Berî niha ev xêz di rojnameya Ozgur Polîtîka û kovara Zendê de jî hate weşandin. Bikaranîna xêzê di weşaneke din de qedexe ye. Kesên ku bixwazin vê xêzê bikar bînin divê bi awayekî fermî ji xwediyê xêzê Dogan Guzel destûrê bistînin.
[1] Bilîcan, P. Cîhanî, Weş. Doz, R: 318.
[2] Bilîcan, Perwîz Cîhanî, Weşanên Doz, R: 18, Stenbol.
[3] Bilîcan, P. Cîhanî, Weş. Doz, R: 177 Stenbol.
[4] Bilîcan “ “ R: 219, “
[5] H. Cindî Emînê Evdal, Folklora Kurmancan, R: 312.
[6] Folklora Kurmanca “ “ “ R:594
[7] Dewrêşê Evdî, E. Kiran, Elma Yayınları. Stenbol.
***
***
Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- OXIR BE, MAMOSTA TANÎLLÎ
- Piştgiriya Demîrtaş ji bo Beşîkçî pîroz e!
- Ziman û armanc û çend pirs ji bo Komeleya Nivîskaran
- Bavê min Ehmedê Reşo
- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê