Diyarname
Kurtedemek berê pirtûka çîrokan a nivîskar Îhsan Bîrgul "Sofî û Monîka" ji Weşanxaneya Na derketibû; niha li ser pirtûkê dê gotûbêjek li dar bikeve.
Pirtûka çîrokan "Sofî û Monîka" duyemîn pirtûkan Îhsan Bîrgul e. Pirtûk nû derket û niha li ser pirtûk, çîrokên di pirtûkê de, çîroka kurdî û xebatên Îhsan Bîrgul dê gotûbêjek li dar bikeve. Gotûbêja ku moderatoriya wê dê edîtorê Diyarnameyê Cemil Oguz bike, Bîrgul dê wekî axifger beşdar bibe û bikeve nava meseleyê.
Piştî gotûbêjê dê çalakiya îmzekirina pirtûkê jî hebe.
Ji bo yên bixwazin beşdar bibin:
Dîrok: 21.10.2023, Şemî
Saet: 16.00
Cih: Weqfa Îsmaîl Beşîkçî / Îstîklal Cad. Ayhin Işik Sok. No: 23 Taksîm, Beyoglu, Stenbol



