Diyarname
Li Taksîma Beyogluya Stenbolê duh bombeyek hate teqandin, îro nasnameyê kesê bombeya li ser xwe teqand diyar bû: Mehmet Ozturk (24 salî) ê ji Entabê. Ji bir û bavê Mehmet Ozturk ên ku li Entabê dijî nimûneyên DNA'yê girtin û dan ber hev, di encamê de diyar bû ku kesê bombe teqandiye Ozturk e.
Ozturk demek dirêj li Sûriyê di nav DAIŞ'ê de maye. DAIŞ'ê bi awayekî fermî bûyer negirtiye ser xwe lê bi diyarbûna Mehmet Ozturk re bûyer jî zelal bû ku ji rêxistina terorê DAIŞ'ê hatiye.
**
Nûçeya eleqedar:
- Navên kesên di bûyera Taksîmê de mirin diyar bûn