Navneda Nûçeyan
Meclisa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê hate hilbijartin. Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf û Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Sipî Mensur El-Selum jî wekî hevserokên meclisê hatin hilbijartin.
Civîna Meclisa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê ku duh dest pê kiribû îro dom kir. Di rûniştina piştî nîvro de, Meclisa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk hate hilbijartin. 200 delegeyên ku tevlî civînê bûn, wekî endamên meclisê hatin erêkirin.
Di civînê de her wiha ji bo Hevserokatiya Meclisa Damezirîner jî hilbijartin hate çêkirin. Berî hilbijartinê hate diyarkirin ku endamên Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) nikarin bibin namzetên hevserokatiyê.
Piştre jî hilbijartin hate çêkirin û di encamê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf û Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Sipî Mensur El-Selum wekî hevserokên meclisê hatin diyarkirin.
Piştî hilbijartinê navber hat dayîn. Piştî navberê dê 31 endamên Desteya Rêveber bêne hilbijartin


