HDP'ê meseleya Amed Sporê bir meclisê
Diyarname
Mebûsê HDP'ê yê Mûþê Ahmet Yildirim li Meclisa Tirkiyeyê bi sernavê "Di sporê de cudakarî û fairplay" axaftinek kir û got ku TFF (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) kar û emelê xwe daye alîkî, cezayan dide Amed Sporê.
Yildirim îro berî meclis dest bi xebata xwe bike mafê axaftinê girt û got ku Amed Spor bi dîroka xwe ya 40 salan ku bi navên cuda heta niha hatiye van salên dawî bi navê Amed Sporê xebata xwe ya sporê didomîne. Yildirim diyar kir ku Klûba Amedê xwedî 1500 lîstikvanên bi lîsans e, li Tirkiyeyê piþtî Fenerbahçeyê duyemîn tîm e ku ew qas lîstikvanên wê yên bi lîsans hene.
Yildirim wisa got: "Amed Spor bi derfetên xwe yên hindin herî dawî di Kûpaya Zîraatê derketiya çarîk fînalê û di nav 8 tîman de cih girtiye. Ev tîm hemû di Lîga Super de ne, di Lîga Yekemîn de kes nîn e û Amed Spor tekane tîma jji Lîga 2'yemîn di nav wan de cih girtiye."
Yildirim qala bangên aþtiyê yên tîmê kirin û wisa got: "Amed sporê her ku banga aþtiyê kiriye rastî cezayên îdarî, pereyan û girtina sehayê hatiye. Herî dawî lîstikvanekî wê ji ser tora civakî re banga aþtiyê kir, rastî cezayek wisa giran hat ku qet nehatiye dîtin. Dîsa herî dawî duh ji ber pankarta ku gotibû bila zarok nemirin bên maçê rastî cezayê hat. TFF'ê kar û emelê xwe hiþtiye cezayan li Amedê dibarîne."
Mebûsê HDP'ê Yildirim got ku li Tirkiyeyê ew pas pirsgirêkên tesîsan, pirsgirêkên binesaziya sporê, dopîng, dozên þîkeyê hene lê TTF li ser wan nasekine, berê xwe daye klûba Amedê û cezayan dibarîne."
Yildirim xwest TFF dest ji van kirinan berde.