Xelîl Dalkiliç
Pêşketinên li Rojhilata Navîn, bi giştî, hem firsendên nû radixin pêşberê kurdan û hem jî ji bo kurdan xetereyên mezin di nava xwe de dihundirînin. Li hêlekê ve deriyê statuyê siyasî ji bo kurdan vebûye, lê li hêla din kurd, wekî ku li Bakur pêk tê, bi hovîtiya dewletan û komkujiyan re rû bi rû ne.
Hêzên serdest ên navdewletî, yên mîna Amerîka û Rusyayê dixwazin kurdan li qadê mîna leşkerên xwe bikarbînin. Tirkiyeyê hemû hêza xwe ya siyasî, leşkerî û dîplomatîk bi siyasetên pir qilêr, li her beşên Kurdistanê û li seranserê cîhanê ji bo jiholêrakirina vîna kurdan û belavkirina rêxistiniya wan xistiye meriyetê. Îran û Sûriye jî kurdan wekî aktorekî siyasî hilnagire dest, di nava hewldana bikaranîna kurdan a ji bo berjewendiyên xwe de ne...
Yanî hem hêzên serdest ên navdewletî û hem jî hêzên statukoparêz û totalîter yên li herêmê di polîtîkayên xwe de, wekî çekeke ku pê li dijminê xwe bixin, li kurdan mêze dikin û mafê kurdan ên siyasî û însanî ji bo berjewendiyên xwe manîpule dikin. Heta niha li derdora meseleyê re diçin û tên, lê newêrin nav li rastiya kurdan bikin...
Wekî tê zanîn; heta niha di hewldanên dîplomatîk ên ji bo sekinandina şerê li Sûriyeyê de, kurd ji bo tu civînên navnetewî nehatin vexwendin, lê di hemû civînan de ji kes, kom û hêzên ku tevlîbûn zêdetir hatin nîqaşkirin. Mînak; di Konferansa Cenêvê ya dawî de û ji wê civînê heta niha di dîplomasiya li ser krîza Sûriyê de rewşa kurdan ji ya aktorên din zêdetir hate nîqaşkirin.
Hê tu kes behsa statuyekî siyasî neke jî, kurd bi pêşketinên wekî rêxistinîkirina xweseriya demokratîk, rêveberiyên cewherî û bi pêşketinên leşkerî ve di korîdorên dîplomasiya navnetewî de roj bi roj hê zêdetir xuya dibin û bandorê li rojevê dikin.
Li Rojava ji bo gîhandina Kantonên Efrîn û Kobanî, gavên destpêkê hatin avêtin. Li Bakur li gel berxwedana gel a li navçe û bajaran, çalakiyên gerîla yên hişyariyê jî dest pê kirin. Tevgera Azadiyê ya Kurdî hem bi rêxistinî, leşkerî, dîplomatîk û hem jî bi berfirehbûna zemînê xwe yê civakî ve, ji her demê bi hêztir e.
Bi hewldanên ji bo tunekirin û bêvînhiştina kurdan ve dewleta Tirkiyeyê roj bi roj dişibe Sûriye û Iraqê. Wisa xuya ye ku çeteyên selefîst ên li Sûriyeyê, li dijî pêşketinên kurdan tên bikaranîn, ji îro pê de wê bibin bela herî mezin a li serê wan. Rejima Tirk a ku li derve bi giştî hatiye dorpêçkirin, li hundir tenê bi kuştina kurdan ve ketiye hewldana îspatkirina xwedîhêzbûne!..
Tirkiye, li bakurê Kurdistanê bi xwe bajaran dike wekî xerabeyên li Sûriyeyê. Di encama van polîtîkayên pûç de, li bajarên rojavayê Tirkiyê jî niha bi zêdebûna êrîşên bombeyî ve rejîm ji her hêlan ve diheje. Ji xwe hemû saziyên dewletê li gorî gotin û daxwazên Serokomarê Tirkiyeyê R.T.Erdogan tevdigerin; ahenga di navbera saziyên rejîmê de nemaye û bûye wekî dewletekî despotîk û dîktatorî.
Amerîka jî, Rusya jî ji bo berjewendiyên xwe dikarin siyasetên xwe yên bi kurdan re, di rojekê de biguherînin. Kurd dizanin ku li sifra guran siyasetê dikin û têdikoşin. Ji ber vê yekê bi înad dibêjin; rêya sêyemîn, xweserî û bi herkesî re siyaseta serbixwe…
Di rewşeke bi vî rengî de gereke kurd li her beşên welêt dev ji rojeva avakirina xweseriyê û jiyana xweser ber nedin. Gereke ji her hêlan ve û li her eniyan kar û barê xwe, hev temam bike. Hem berxwedan û têkoşîn, hem dîplomasî û hem jî avakirina jiyana xweser wekî rojeveke tekane, bi hev re û bi ahengekî bên bipêşxistin. Eger yek ji van lawaz bimîne, xetereyên heyî wê hê girantir bibin. Hêzên serdest gişt dipên ku kurd şaşitiyekê bikin an jî xwe sist bikin, ku destketiyên wan hilweşînin.
Firsendên li ber kurdan pir bûne, lê divê xetereyên heyî jî neyên jibîrkirin…
x.dalkilic@gmail.com
20.02.2016, Yeni Ozgur Polîtîka