Kobanî
6'emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li Kobanî dest pê kir. Mîhrîcana ku bi diruşma "Zarok hêviya pêşeroja azad in" duh dest pê kir, îro heta êvarê dê bidome.
Li Qada Jina Azad a li bajêr zarokên endamên navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn daxuyaniyek dan û festival li tevahî zarokan pîroz kirin. Piştî daxuyaniyê ew heta navenda çandê meşiyan.
20 komên hunerî beşdarî mîhrîcanê dibin. Ji wan 12 komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, Tevgera Hîlala Zêrîn a Sirîn û Kantona Kobanê, 8 komên hunerî jî ji Reqa, Tebqa, Minbic û Eyn Îsayê hatine ku beşdar bibin.
Di çarçoveya festîvalê de lîstikên şanoyê têne pêşkêş kirin û helbest têne xwendin. Her wiha zarok dê hin konseran pêşkêş bikin.
Li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo, bajarê Hesekê jî serê vê mehê mîhrîcanê dest pê kiribû. Li gor bernameyê di nava vê mehê de li Helebê jî dê mîhrîcana zarokan li dar bikeve.
Nûçeya Eleqedar:
- Mîhrîcana Zarokan dest pê kir


