Diyarname
Li Îngilistanê encamên FA CUP’ê, li Spanya encamên Kûpala Kral, li Tirkiyeyê encamên Kûpaya Tirkiyeyê diyar bûn. Va ne ew encam:
ÎNGILISTAN
Di FA CUP a Îngilistanê de maçên Dora 5’an hatin lîstin û tîmên derbasî çarîk fînalê bûn derketin holê. Di vê dorê de Manchester City Peterboroughê (2-0), Mittlesbrough Tottenhamê (1-0), Southamptonê West Ham Unitedê (3-1), Cyrstal Palasê Stoke (2-1), Chelsea Lutonî (3-2), Liverpoolê Norwich City (2-1), Evertonê Boreham Wood (2-0) tek bir. Tîmên serketin derbasî çarîk fînalî bûn.
Di vê dora 5’an de tenê maçek ma; Nottingham Forest û Huddersfield Town roja yekşemê saet 22.30 de dê bên hemberî hev.
Di encama Dora 5’an de tîmên serketin çûn çarîk fînalê û di çarîk fînalî de tîm bi vî awayî tên hemberî hev:
- Cyrstal Palaca - Everton
- Middlesrough - Chelsea
- Southampton - Manchester City
- ..... - Liverpol ((Serketiyê maça Nottingham Forest - Huddersfield Townê dê bibe reqîbê Liverpoolê.
TIRKIYE
Di Kûpaya Tirkiyeyê de maçên çarîk fînalê hatin lîstin û 4 tîmên ku derketin nîv fînalê diyar bûn. Di vê dorê de Trabzonî Antalya bi 2-0, Kayserî Beşîktaş bi 2-1, Sivasî Karagumruk bi 1-0 û Alanya Gaziantep sporê bi 2-1 têk bir û derbasî nîv fînalê bû.
Di nîv fînalê de tîm bi vî awayî bûn reqîbên hev:
- Trabzon - Kayserî
- Alanya - Sivas
Maçên nîv fînalî wê wekî du maçan bêne lîstin. Maçên yekem roja 19’ê avrêlê, maçên duyemîn jî 10’ê gulanî dê bêne lîstin.
SPANYA
Li Spanyayê jî maçên nîv fîlnalê yên Kûpaya Kral hebûn. Di nîv fînalê de Valencia û Athletic Bilbao bi hev re lîstin û Valencia bi 1-0 bi ser ket û derbasî fînalê bû.
Di maça din de Real Betis û Rayo Vallecano hatin hembrî hev. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Ji ber di maça yekem de Real Betis bi 2-1 bi ser ketibû, ew derket fînalê.
Di fînalê de Valencia û Real Betis dê bêne hemberî hev. Maça wan roja 23'yê avrêlê tê lîstin.


