Diyarname
Di sala 2015'an de 303 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Li gor 2014'an hejmara kuştina jinan zêdetir bûye.
Platforma Emê Kuştina Jinan Bidin Rawestandin rapora kuştina jinan a sala 2015'an eşkere kir. Rapor li ser nûçeyên di rojnameyan de hatine weşandin û li ser îxbarên ku hatine kirin hatiye amadekirin. Û helbet kuştinên ku nebûne meseleya nûçeyan di raporê de nîn in.
Di raporê de tê gotin ku divê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê vê meseleyê bişopîne lê tu hewldanek wisa nîn e.
Vane hin agahiyên ji raporê:
- Di sala 2013'yen di 237, di sala 2014'an ed 294 jin, di sala 2015'an de 303 jin li Tirkiyeyê hatine kuştin. Herî zêde li Stenbol, Îzmîr, Enqere û Amedê jin hatine kuştin.
- Piraniya jinên hatine kuştin zewicandî bûne.
- Sedî 48'ê jinên ku hatine kuştin zarokên wan hebûn.
- Sedî 78 jinên hatine kuştin, ji ber ku "xwestine li ser jiyana xwe ew bi xwe biryarê bigirin" hatine kuştin.
- 90 jin ji aliyê mêrên xwe ve hatine kuştin.
- 40 jin ji aliyê birên xwe ve hatine kuştin, 20 jin ji aliyê mêrê berê ve, 10 jê ji aliyê kurên xwe ve, 10 jin ji aliyê hezkiriyê berê û 8 jin jî ji aliyê bavên xwe ve hatine kuştin.
- 16 jin ji ber ku li dijî şîdeta fizîkî yan jî êrîşa cinsî derketine hatine kuştin.
- Piraniya jinan bi çek hatine kuştin.
- 2 jin hatine şewitandin û wisa hatine kuştin, yek jî bi awayekî zindî xistine bin axê û wisa kuştine.
**
Ji 2015'an:
- 2015: Qir li rojnamegeran jî ket
- 2015: Binpêkirinên salê, kîteyên ji lîsteya ÎHD û TÎHV'ê
- 2015: Li Dinyayê herî zêde li van vîdyoyên muzîkê temaşe kirine


