(Di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan di axaftina xwe ya li ser wateya rojê de got ku, ji bo ew hêza tirkan nîşanî cîhanê bidin divê her jineke tirk herî kêm sê zarokan bîne! Ku ev axaftin di zemanê koletiyê de bihata kirin belkî mirov fêm bikira û wateyek bidayê, lê di sedsala 21’an de!? Îcar em kesên ku li Tirkiyeyê dijîn ji hêla Serokwezîrekî wiha ve têne birêvebirin. Ev gotinên Erdogan nîşaneya zihniyeta wî ya rastîn, ast û zanîna ye. Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Bekir Coşkun, -mixabin ku dema gotin tê ser kurdan ew jî yekî wekî Erdogan nîjadperest e-, ji bo her sê zarokên Erdogan ji jinên tirk dixwaze nav peyda kir. Me jî ji bo kurdên Erdogancî nivîsa Bekir Coşkun wergerî kurdî kir. Bifermin!
DAWUD RÊBIWAR)
***
Bekir Coşkun
We Serokwezîrê ku dibêje “Ez wekî braderekî we yê bi derd” diaxivim bihîst; herî kêm sê zarokan dixwaze.
Helbet sînorê jortir (zêdetir) nîn e, çar dibe, pênc dibe, heşt dibe, deh dibe, heta heke ku ji bo derdê biraderê we çare li benda we mabe panzeh jî dibe.
Sînorê jêr; sê…
Min ji we re ji bo her sêyên pêşîn nav dît, bi min bila navê wan wiha be:
Recep, Tayyîp, Erdogan...
Recep; bikeve karê belavkirina zexîreyê (gıda), Tayyip; carinan sunet bibe, Erdoğan; “keştîkike biçûçik” bi dest bixe, hûnê jî dewlemend bibin, bi vê jî hema bibêje dê memleket jî bi pêş bikeve.
Ji ber ku me nav dît, îşev di zûtirîn demê de, divê hûn dest bi kar bikin!
*
Xwedê zarokan bi dê û bav mezin bike.
Recep; ji nifûsa zêde ya bajaran gilîdar bû gotibû "divê em ji bo kesên têne Stenbolê vîzeyê bixebitînin”.
Tayyip; dibêje "zêde zarokan çêkin".
Erdogan; dê bibêje "ez bi we kîjanî bawer bikim " gelo, an jî na?..
Sê kesayetiyên cihê, sê mejiyên cihê, sê fikrên cihê, sê ramanên cihê, sê nasnameyên cihê, sê devokên cihê, sê sifetên cihê...
*
Heke di vî zemanî de Serokwezîrek, rabe bibêje "Pir zarokan çêkin", ew bi tu awayî ne mirovekî dewletê yê hemdem e.
Nezan û xwe pêş nexistiye.
Ne girîngiya nifûsa zêde, wî hê bi girîngiya nifûsa baş hatiye gihandin, Îsraîla 5 mîlyonî ya ku alema 200 mîlyonî ya ereb daye ber xwe diqewirîne jî fêm nekiriye. Wî hê bêkariya ji her 100 kesên ku lîse kuta kirine 47, ji her sed kesên ku zanîngeh kuta kirine 26’an… 250 hezar zarokên li kolanan dijîn… ji ber zêdebûna nifûsê ya pir zêde kêmbûna şansê Tirkiyeyê ya ji bo beşdariya Yekitiya Ewropayê… ji ber zêdebûna zarokan baş xwedînekirina wan, bêperwerdehiya wan, birên (artêşên) zarokên bê hezkirin, dema ku piçek mezin dibin wekî Afrîkayiyan di depoyên keştiyan de dest bi reva roja dikin, nedîtiye…
*
Mixabin ku pirahiya we dê guh bidin “baraderê biderd” û heta ku bikarin dê pir zarokan çêkin. Ji ber ku pêdiviya “braderê we yê bi derd” bi girseyên perwerdenebûyî, nezan, cahil, ji xapandinê re musaît heye.
Herî kêm sê zarokan dixwaze.
Bila navê wan; Recep, Tayyîp, Erdogan be...
Çawa hebe hûnê paşê neh heban di yek carê de bînin*.
*(Nasıl olsa sonra dokuz doğurursunuz...)


