logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Li ser Farqînê ji bo saziyên navneteweyî name şandin

Ev 11 roj in li Farqînê qedexeya derketina kuçeyan didome û heta niha 7 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Piştî ew qas ro

  • Dîrok: 13/11/2015
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Ev 11 roj in li Farqînê qedexeya derketina kuçeyan didome û heta niha 7 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Piştî ew qas rojan Farqîn dikeve rojeva dinyayê.

Bloka Aştiyê name şand
Bloka Aştiyê bi diruşma "Farqîn ne bi tenê ye" li TMMOB'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Heseroka HDK'ê Sebahat Tuncel, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, mebûsan HDP û CHP'ê û endamên blokê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevberdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy daxuyanî xwend û got: "Ji bo em welatê ku li hemberî gelê xwe şer dike li pêşberî dinyayê şermezar bikin em vê civînê li dar dixin. Gursoy got ku tiştên li Ferqînê diqewimin gihîştine wê astê ku li dinyayê deng vebidin û got: "Îro em tam nizanin çend kes hatine kuştin. Em bang dikin ku raya giştî bikeve nava tevgerê."

Gursoy diyar kir ku Bloka Aştiyê ji bo piştgiriyê nameyek bi çar zimanan ji bo saziyên navneteweyî nivîsandine.
Di nameyê de qala bi serdegirtina 170 ofîsên HDP'ê, teqîna bombeyan a li Mîtînga HDP'ê ya Amedê, bombekirina ofîsên HDP'ê yên Eden û Mêrsînê, bombekirina 33 ciwanan li Pirsûsê jî hatiye kirin û wisa hatiye gotin: "Her ku bombekirin û kuştin zêd ebûye hin rayedarên herêma kurdan ji bo parastina gel 'xweserî' ragihandine. Bersiva hikumeta Tirkiyeyê jî li hemberî vê yekê bi hêzên ewlehiyê êrîşên cidî kirine. 24 saetan biryara qedexeya derketina kuçeyan hatiye dayîn, leşker û tîmên taybet êrîşê van deran kirine, nîşangirên li ser xaniya bi cih kirine jî gule bera gelên sivîl dane; jin, ciwan û extiyar hatine kuştin."

Di nameyê de hatiye gotin ku ji 2'yê vê mehê ve li taxên Tekel, Mescit û Konakê qedexeya derketina derve hatiye dayîn, bi awayekî fiîlî dagirkirina leşker û polîsan didome.
Her wiha qala gotina yek ji rayedarên Wezareta Karên Hundir ku ji bo Mebûsê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr kiribû ku gotibû, "Emê her sê taxan ji nexşeyê jê bibin" û wiha hatiye gotin: "Bêyî li gelê sivîl binêrin êrîşê her derê dikin"

Gursoy got ku di asta navneteweyî de bi awayekî lezgîn piştgiriyek saz bibe dibe ku guherîn çêbibe û got: "Ji bo jiyan bê rizgar kirin divê êrîşên hêzên ewlehiyê ya li dijî sivîlan bisekine; destûr bidin mebûs, nûnerên mafên mirovan û delegasyona aştiyê ku bikevin taxan û ji bo çavdêrên navneteweyî destûr bê dayîn ku xwe bigihînin taxan."

Mungan: Em Farqînê bi tenê nahêlin

Nivîskar Murathan Mungan jî li civînê got ku em Farqînê bi tenê nahêlin û wisa got: "Ji bo mirovan tenêtî tiştek baş e lê bitêhiştina Farqînê tiştek din e, em nikarin tiştek wisa bikin. Farqîn ne bi tenê ye, ji ber ku Tirkiye bi tenê ye. Ji bo em Farqînê ji bitenêbûnê rizgar bikin divê Tirkiye ji bitenêbûnê rizgar bibe. Ev teka rêye.

 
TÎHV: Li Farqînê 14 sivîl hatin kuştin
Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Raci Bilici, Serokê TÎHV'a Amedê Bariş Yavuz, Serokê Odeya Tabibên Tirk a Amedê Dr. Cengiz Gunay li ser Farqînê daxuyanî dan çapemeniyê.  Bilici got ku em wekî nûnerên saziyên mafên mirovan gelek caran çûn Farqînê lê nehiştin em herin wê taxê û got, "Me wisa dît ku niha operasyon ji navendên têne bi rê ve birin û eleqeya tu brokratên herêmê bi buyerê re tune ye. Ev rewşeke gelek xeternak e."
Yavuz jî wisa got, "Sê taxên ku qedexeya derketina kuçeyan lê dane serjimariya wir 14 hezar û 345 kes e. Hûn li hemberî 14 hezar kesî operasyonê li dar dixin? Ev yek ne êrîşa li dijî xendekê, ne jî li dijî sûcek e, ev yek şerek giştî ya li hemberî bajarek e."
Gunay jî wisa got, "Taxek bi temamî av lê nîn e ji ber ku lûleyên avê teqiyane. Li gor me agahî girt bi ser muxtaran re ji bilî nanê tisî xureke din naşînin taxê. Ew mirovên li wir ev 11 roj in çi dixwin, çi vedixwin, çi didin zarokên xwe?"
Gunay got "êdî bes e" û wisa dom kir: "Dest ji operasyonên ku dê negihîjin armancên xwe berdin. We xendekek jî negirtiye. Li wir gelê sivîl dimire. Ji ber tetikêşên nîşangir gule ber didin birîndaran ji nabin nexweşxaneyê. Hemû mirovên li her sê taxan têne cezakirin."

Gule bera Yuksekdag û gel dan
Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag jî di nav de komek gel xwest bikevin nav taxê lê hêzên dewletê gule bera wan da. Li ser bûyerê Hevserokê HDP'ya Amedê Omer Oner wisa got: "Dema em ber bi taxa Tekelê ve meşiyan gule bera me dan. Hevseroka me Yuksekdag, mebûsên me İdris Baluken û Ertugrul Kurkçu jî hebûn. Pênc kes wê çaxê birîndar bûn." Ji birîndaran Ustu Guneş xidar birîndar bûye.
Duh ji TOMA'yê bi ava bi şid û bi gava çavsotîner êrîşê Yuksekdag û gelê pêre hatibû kirin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

15 sal, bi 10 hezaran nûçe

ad

Bernameya Fûara Pirtûkan a Amedê eşkere bû

ad

455 hezar xwendevan çûn fûarê

ad

Vê şemiyê li 5 bajaran 5 çalakî

ad

Şivan Perwer: Ez beşdarî vekirina Heşt TV'yê nabim

ad

Bi serî lêdana gogê hat qedexekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname