Diyarname
TUYAP ku li gelek bajaran fûara pirtûkan li dar dixe îsal yekem car li Amedê jî li dar dixe. Bernameya fûarê diyar bû.
TUYAP di serî de li Stenbol, Îzmîr û Edeneyê li gelek bajaran fûara pirtûkan li dar dixe. Îsal yekem car li Amedê jî li dar dixe. Li gor agahiyên ku me ji amadekarên fûarê girtin 110 weşanxane û saziyên sivîl beşdarî fûara li Amedê dibin. Di fûarê de konferans, gotûbêj, panel, xwendina helbestan jî têde wê li dor 40 çalakî li dar bikeve, her wiha li dor 300 nivîskarî jî wê li Amedê amade bin û pirtûkên xwe îmze bikin.
Weşanxaneyên wekî Aram, Ava-Ronahî, Avesta, Belkî, Deng, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Do, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Evrensel, Lîs, Nûbihar, Perî, Vate ku bi kurdî pirtûkan derdixin li fûarê wê standan vekir.
Her wiha saziyên sivîl ên wekî Komeleya Nivîskaran a Amedê, Însîyatîfa Parastina Heskîfê, Nûneriya PEN'ê ya Amedê, Navenda Çanda Hunerê ya Diyarbekirê jî bi standên xwe wê li fûarê bin.
Di fûarê de bi kurdî û tirkî wê gelek çalakî bêne li dar xistin. Vane beşek ji wan çalakiyan:
18 Gulan 2010 Sêşem
Saet:13.00-14.00
Jiyana Mehmed Uzun
Belgefîlm: “17. Fotograf”
Derhêner: Sibel Yigittekin
Yapim: Mezz Film
Saet:14.15-15.15
Panel: “Têkiliya di navbera Amed û Stenbolê de çawa ye?"
Axifger: Arjen Arî (helbetvan), Kava Nemir (helbestvan, wergêr), Samî Tan (Zimanzan, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê)
Amadekar: Enstîtuya Kurdî ya Amedê
Saet:15.30-16.30
Panel: “Carol Prunhuber, qala Qasimlo û Yilmaz Guney dike”
Axifger: Carol Prunhuber (Venezuela)
Amadekar: Weşanên Avesta
Saet:18.00-19.00
Xwendina helbestan
Birêveber: Ayten Mutlu
Beşdar: Halil İbrahim Ozcan, Lal Laleş, Arjen Arî, Ronî War, Hicri Îzgoren, Halide Yildirim
Amadekar: PEN'a Amedê
19 Gulan 2010 Çarşem
Saet:12.00-13.00
Gotûbêj: “Nivîsandina Bajar”
Birêveber: Aysu Erden
Migirdiç Margosyan: “Tiştên ji Taxa Gawiran li pay man”
Adnan Binyazar: “Dêwê ku çîroka xwe ji bîr kir, tiştê tîne bîra miro”
Şeyhmus DİKEN: “Li ser bajarê ku raza xwe vedibêjeDair”
Ozcan Karabulut: “Hevdîtina Amîda”
Amadekar: PEN'a Tirkiyeyê û Nûneriya wê ya Amedê
20 Gulan 2010 Pêncşem
Saet:14.30-15.30
Gotûbêje :”William Shakespeare li Amedê ye”
Axifger: Cevat Çapan, Kava Nemir
Amadekar: Weşanên Lîs
Saet:15.45-16.45
Gotûbêj: “Demokratîkbûn, Wekhevî û Biratî”
Axifger: Osman Ozçelik, Fazil Husnu Erdem, Ender İmrek
Amadekar: Kovara Tîroj û Evrensel Basim Yayin
Saet:17.00-18.00
Gotûbêj: "Axaftina bi zimanekî qedexe”
Axifger: Firat Cewerî
Amadekar: Weşanên İthaki
Saet:18.15-19.15
Gotûbêje: "Di kurdî de çîrok"
Birêvebir: Azad Zal
Axifger: Şerefhan Cizîr, Ronî War, Sîdar Jîr, Edîp Polat
Amadekar: Komeleya Nivîskarên Kurd
21 Gulan 2010 În
Saet:10.45-11.45
Panel: “Bendav û mîrateya me ya çandî”
Berêvbir: Necati Pirinççioglu
Axifger: Diren Ozkan, Berna Babaoglu Ulutaş, Halit Soydan, Hasan Şen, Kemal Çoteli, Ugur Biryol, İffet Diler, Hatice Hacısalihoğlu
Amadekar: Allianoi Girişim Grubu-Hasankeyfi Yaşatma Girişimi
Saet:12.00-13.00
Gotêbêj: “Çavkaniyên dîrokî yên helbestên û ji helbestan klasîk derbasbûna ya moden”
Birêvebir: Şêxmûs Sefer
Axafger: Sennur Sezer, Lal Laleş, Arjen Arî, Berken Bereh, Aydin Alp
Amadekar: Komeleya Nivîskarê Kurd - Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê
Saet:14.30-15.30
Gotûbêj: "Bi Kurdî-Tirkî: Têkiliya dostanî û desthilatdarî"
Axifger: Ahmet Tulgar
Amadekar: Weşanên Everest
Saet:15.45-16.30
Gotûbêj: “Tiştên ji Mehmed Uzun ji me re man”
Axifger: Muhsin Kizilkaya
Amadekar: Weşanên İthaki
Saet:17.45-18.30
Gotûbêj: “Bi Bavê Nazê re li ser romanê”
Axifger: Bavê Nazê
Amadekar: Weşanên Lîs
Saet:18.45-19.30
Gotûbêj-Xwendina helbestan: "Ji du zimanan helbest"
Beşdar: Şukru Erbaş, Hicri İzgoren, Aydin Şimşek, Lal Laleş, Huseyin Şahin, Sema Guler
Amadekar: Weşanên Kanguru
22 Gulan 2010 Şemî
Saet:13.15-14.15
Gotûbêje: "Di nav wêjeya kurdî de jiyan, helbestên Cegerxwîn”
Axifger: Celîlê Celîl (Nivîskar, Serokê Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Wîyanayê)
Amadekar: Kovara Tîroj û Evrensel Basim Yayin
23 Gulan 2010 Yekşem
Saet:11.00-11.45
Gotûbêj: “Efsaneyên Diyarbekirê”
Axifger: Muhsine Helimoglu Yavuz
Amadekar: Cumhuriyet Kitaplari
Saet:12.00-12.45
Gotûbêj: "Pêşeroja wêjeya kurd"
Axifger: Selim Temo
Amadekar: Weşanên Agora
Saet:13.00-14.00
Panel: “Nîqaşên li ser zagona bingehîn, pirsgirêka kurd û Sosyalist Alternatif”
Axifger: Emine Ayna, Alp Altinors, Sitki Gungor
Amadekar: Weşanên Akademi
Saet:18.00-19.00
Bîranîn-gotûbêje: “Bîranîna Evrim Alataş”
Axifger: Omer Turkeş
Xwendinên ji “Her Dagin Golgesi Denize Duşer”: Seyyidhan Komurcu, Azad Ziya Eren, Kemal Varol, Yavuz Ekinci, Murat Ozyaşar, Veysi Erdogan, Hicri İzgoren, Lorin S. Dogan, Arjen Arî,Lal Laleş
Amadekar: Diyarbakır Sanat Merkezi-İletişim Yayinlari
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.