Diyarname
Tîma mezin a Almanyayê Bayern Munih ji bo penaberan "kampar perwerdehiyê" çêdike û ji bo vê yekê got ku ew dê mîlyonek Euro diyarî bikin.
Bayern Munih tîma herî mezin a Almanyayê ye û got ku di kampê de wê alîkariya xurekê, dersên bi almanî û ji bo zarokan jî amûrên fûtbolê bişîne. Serokê Klûbê Karl-Heinz Rummenigge wisa got: "Bayern wekî berpirsiyariyeke civakî alîkariya penaberan dike.
Bayern Muhin heta niha 25 caran li Almanyayê bûye şampiyon, her wiha 5 caran jî bûye Şampiyonê Ewropayê. Tîm vê hefteyê (12'yê mehê) wê li mala xwe ligel Augsburgê bilîze û di maçê de wê meseleya penaberiyê bîne rojevê.
Hat gotin ku dê lîstikan her yek destê zarok alman û zarokek penaber bigire û derkeve sehayê.
Reqîbê mezin ê Bayernê tîmek din a mezin a Almanyayê Borussia Dortmund ji bo Lîga Ewropayê ligel tîma Norwecê Oddê lîstibû û di vê maçê de 220 penaber vexwendibû maçê.
Tîmek din a Almanyayê Mainz jî di maça Hannoverê de 200 bilêt bêpere li penaberan belav kiribû.
Her wiha di maçên lîga Almanyayê de li gelek trîbunan pankarta "Penaber hûn bi xêr hatin" daliqandibûn.