Diyarname
Ji bo 22'yemîn Festîvala Kozaya (Guzik) Zêrîn hindik ma. Festîvala ku ji ji aliyê Şaredariya Edeneyê ve tê lidarxistin îsal di navbera 14-20'ê rezberê de dê li dar bikeve. Di çarçoveya festîvalê de fîlmên ku di beşa Pêşbaziya Neteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj de dê bikevi qayişkêşanê diyar bûn. Ji bo vê beşê bi giştî 58 fîlm hatibûn şandin û ji wan 15 fîlm ji bo vê beşê hatine hilbijatin.
Fîlmên ku ji bo vê beşê hatine hilbijartin ev in:
- Abluka - Emin Alper
- Anayurdu - Senem Tuzen
- Çalsin Sazlar - Nesli Çolgeçen
- Dolanma - Tunç Davut
- Eksik - Bariş Atay
- Gece - Erden Kiral
- Kar Korsanları - Faruk Hacihafizoglu
- Kasap Havasi - Çigdem Sezgin
- Misafir - Mehmet Eryilmaz
- Nefesim Kesilene Kadar - Emine Emel Balci
- Sakli - Selim Evci
- Sarmaşık - Tolga Karaçelik
- Toz Bezi - Ahu Ozturk
- Yarim - Çagil Nurhak Aydogdu Kiliç
- Yemekteydik ve Karar Verdim - Gorkem Yeltan
Fîlmên ku bibe yekemîn dê 350 hezar TL xelatê bigire. 19'ê mehê bi merasima xelatdayînê yên bi ser bikevin dê diyar bibin.


