Diyarname
Rêberê Afrîkaya Başûr Neslon Mandela ku ev demek dirêj bû nexweş bû îro wefat kir.
Navê wî Nelson Rolihlahla Mandela ye. Ew di 18'ê tîrmeha 1918'an li Afrîkaya Başûr li gundê Mvezo nêzîkî Transkei Umtata hatiye dinê. Bavê wî Gadla Henry Mandela serokê qebîleya Thembu bû û ji çar jinan neh keç, çar kur bi temamî sêzdeh zarokên wî hebûn. Dayika Mandela jî jina Gadla ya sêyem Fanny bû.
Mandela di 7 saliya xwe de dest bi dibistanê kir. Wî navê xwe "Nelson" ji fermandarê birîtanî û mamosteyê wî Horatio Nelson girt. Di 9 saliya xwe de bavê wî ji ber nexweşiyê wefat kir. Mandelayê ku di 16 saliya xwe de dest bi Clarkebury Boarding Institute kir bernameya li ser çanda rojavayê ya ku diviya di 3 salan de bi dawî bike di 2 salan de qedand. Di sala 1937'an de di 19 saliya xwe de derbasî Healdtown ê di Fort Beaufort College de bû û perwerdeya xwe berdewam kir.
Ew paşê derbasî zankoya Fort Hare bû. Lê di vir de di dema xwendinê de tevlî bûyerên siyasî bû kete nav bûyerên navbera lijneya nûneriya xwendevanan û polîsan. Bi tawanbarkirina ku wî bi xwe ev bûyer bi rê ve birine ji dibistanê hate dûrxistin.
Piştî ku ji dibistanê hat dûrxistin ji Transkei yê derket û çû Transvaalê. Li vir demekê di ciyê madenê de karê polîsiyê jî kir. Di vê demê de xwendina xwe ya zankoyê ku nîvçe hiştibû bi rêya nameyan berdewam kir. Sala 1942'yan di Zankoya Witwaterstrand beşa Dadweriyê bi dawî kir û dest bi parezerî kir. Navdariya parêzerê reşik yê destpêkê yê welat wergirt. Di sala 1944'an Beşdarî Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê bû (ANC-African National Congress) ya ku ji aliyê gel ve hatibû ava kirin. Di sala 1948'an bû pêşengê Yekîtiya Ciwanan û paşê jî di sala 1950'î de jî wekî serok hat hilbijartin. Bi vî awayî êdî bû pêşengekî tevgera rizgariya reşikan. Di sala 1952'yan de bû Serokê Eyaleta Transval yê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê, di heman salê de bû wekîlê serokê Kongreyê. Di vê demê de Tevgera baskê kongrê yê çekdarî Umkonto û Sizwe (Tîra Netewî) ava kir û di sala 1961'ê de bû serokê wê.
Di sala 1962 yan derkete derve ji bo ku bo xwe destekê kom bike. Welatên Birîtanya û Afrîka geriya. Ji welatên Afrîka û yên sosyalîst arîkariya pere û çekan wergirt. Dema vegeriya welat bi hizrên ku bê destûr derketiye derveyî welat, gel dijî desthiyatliyê rakiriye, kuştin û teqandin kiriye hate darezandin. Mandela jî hertim ew yek parest ku –Desthilatiyeke ku nûnertiya tevayî gel nake û parlementoyeke ku tenê yasayê di xizmeta sipiyan de kar dimeşîne û ew jî navê ku van yasayan bipê. Ji ber van hizrên xwe di sala 1962'yan de ji aliyê rêvebira mirovên sipî destpêkê 5 sal dîsan 14 ê hezîranê 1964'an jî bi hinceta ku pilaneke veşartî darêstiye ji bo ku Hikumeta Afrîkaya Başûr hilweşîne bi cezayê zindanîbûna hetanî mirinê hate darezandin. Bi vê rewş û helwesta xwe êdî Nelson Mandela bû remza hemî reşikên afrîkayê yên ku dijî nijandperestiyê têdikoşin.
Kesê ku wekî mehkumê herî navdar yê cîhanê tê binavkirin 27 salan li Afrîkaya Başûr li Girava Robbon girtî ma. Di salên 80'yan de li hemî cîhanê êdî têkoşîna dijî nijadperestiyê derketibû pêş. Ji ber vê yekê jî navê Nelson Mandela gelek belav bû. 2 yê reşemiya 1990'î Serokkomarê Komara Afrîkaya Başûr Frederik W. De Klerk qedexeya 30 salî ya ku li ser Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê hatibû danîn rakir û efûkirina girtiyan jî ragihand. Ji ber vê yekê jî Nelson Mandela piştî 27 salan ji girtîgeha Cape Townê derket û gihîşte azadiya xwe. Dema ku Mandela serbest hat berdan 71 salî bû. Serbestbûna Nelson Mandela li tevayî cîhanê deng veda û bi taybet jî di warê dijîbûna nijadperestiyê de wekî remzekê di nav gelê cîhanê de hate nasîn. Derveyî reşikên Afrîkaya Başûr di tevayî cîhanê de mirov bi vê bûyerê kêfxweş bûn.
Di sala 1991'ê de Nelson Mandela bû Serokê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê. Têkoşîna Nelson Mandela ya dijî nijadperestiyê di dema 18'ê Adarê 1992'yê de encama xwe da. Destûra bingehîn ya ku ji Aliyê Serokkomar De Klerk ve hat darejandin û ji bo reşikan jî mafê hemwelatiyê yê hevbeş dinase bi rawergirtina gel ya giştî ve hate pejirandin.
Nelson Mandela ku dibêje, "Têkoşîn jiyana min e. Heta dawiya jiyana xwe ez dê ji bo serxwebûna reşikan têbikoşim", hertim ji bo avakirina Afrîqayeke Başûr ya Demokratîk hewl da. Mandela di nava 40 salan de ji 100'î zêdetir xelat wergirtin. Afrîkiyên başûr di wê baweriyê de ne ku, ew kesê wekî –Şervanê Azadiyê- bi nav dikin eger nebaya, dê Afrîkayeke Başûr ya demokratîk jî nebane.
Di sala 1994'an de Nelson Mandela bû Serokomarê Afrîkaya Başûr û di heman demê de serokê yekem yê reşik.
Mandela di sala 1999'an de êdî kete pêvajoya bêkariyê lê dîsan jî karên xwe yên parêstina mafê mirovan û parêzvaniya mafên civakî berdewam kirin.
Mandela 3 caran zewicî. Jina wî ya yekem ji herêma Transkei Evelyn Ntoko Mase sala 1944'an, cotên ku 13 salan bi hev re man 3 zarokên wan çêbûn. Jina wî ya duyemîn Winnie Madikizela-Mandela bû. Jina wî ya dawî jî ya ku di 80'emîn Salvegera xwe de pêre zewicî Graça Machel e.
Mandela herî dawî di dema Şampiyoneya Kûpaya Cîhanê ya 2010'an de derketibû pêşberî gel.
Îsal di 8'ê pûşperê de ji ber pişikê ew rakiribûn nexweşxaneyê û di 1'ê rezberê de ew şandibûn mala wî. Mandela di 18'ê tîrmeha îsal de ketibû 95 saliya xwe.
Hin xelatên ku wî girtin:
- 1962: Xelata Lenîn, 1979: Xelata Nehru, 1981: Xelata Mafê Mirovan ya Bruno Kreisky, 1983: Xelata UNESCO ya Simon Bolivar, 1993: Ligel Frederik W. De Klerk ve xelata Nobel ya Aşîtiyê wergirt.
Di sala 1992'yan de Tirkiyeyê xwest Xelata Ataturk bide Mandela, lê wî ev xelat nepejirand û negirt.